‘Tu bînê dinyayê, dewletê xwedî bike!’

‘Tu bînê dinyayê, dewletê xwedî bike!’

Navê wê Reyhan Topal. Dayika du zarokan e. Li Amîriya Asayîşê ya Kagithaneyê, li pêş çavê personelan rastî destavêtina polîsê teqawît Mehmet Çakir û du polîsên fermî hat. Piştî sal û nîvekê ji aliyê heman polîs û kesekî din ve hat revandin û cara duyemîn rastî destavêtinê hat. Ji bo testa cenîn serî li dozger Osman Çakir da lê dozger jê re got, "Tu bîne dinyayê, dewletê xwedî bike. Ev zarok wê ji bo dewletê xêr be."

Reyhan Topal, polîsê teqawît ji bo karê kirîn û firotinê weke xebatkar girt, lê ji aliyê polîs ve destpêkê rastî şantajê hat, dûre jî bi sextekariyê hat tewanbarkirin. Ji Amîriya Asayîşê ya Kagithaneyê bang lê hat kirin û ji bo masûmiyeta xwe nîşan bide çû Amîriyê. Lê belê li vê derê, li qatê sêyemîn ê avahiyê li pêş çavê hemû polîsan rastî destavêtina polîsê teqawît Mehmet Çakir û du polîsên fermî hat. Topal ku hingî nekarî bûyerê ispat bike, li dû travmayê serî li edaletê da, lê ji ber ku sal û nîveke der barê ti sûcdaran de doz nehatiye vekirin, îfadeya tewanbarekî jî nehatiye girtin.

Reyhan Topal care duyemîn rastî destavêtina polîsê teqawît Çakir û kûafor Suleyman Kuney hat û piştî destavêtina duyemîn bi halkî bû. Topal serî li Dozgerê Komarê yê Stenbolê Osman Çakir da û xwest zarok jê were girtin, lewma xwest testa cenîn were kirin. Lê belê dozgeriyê bersiva "Tu bîne dinyayê, dê dewletê xwedî bike. Ev zarok ji bo dewletê xêr in" da Topal.

Topal ku xwe amade dikir roja Înê kurtaj bibe, pê hesiya ku hevserê wê doza cihêbûnê lê vekiriye. Reyhan Topal bûyerên hatin serê wê ji ANF'ê re vegot. Topal diyar kir ku yên dest avêtine wê gefa mirinê li wê xwarine û got, "Eger tiştek bê serê min, dê berpirsyarê wê hemû civak be."

Reyhal Topal a 30 salî, berî salekê dest bi kirîn û firotina wesayîtan kir û bi vî rengî hewl da debara xwe bike. Topal xwe dayika 2 zarokan ku li gel karê xwe jiyaneke asayî dijiya, di demeke ku pêwistiya karê wê bi xebatkarekî hebû, polîsê teqawît Mehmet Çakir nas kir.

DIJMINAHIYA BI KIRÎN Û FIROTINA WESAYÎTAN DESTPÊ KIR

Piştî demekê polîsê teqawîst xwest keça wî li dibistana taybet bê nivîsandin, wesayîtekê belaş bide wî û li dû van daxwazan, şantajan destpê kirin.

Çakir ji Topal re got, "Der heqê we de dozeke berê ya sextekariyê heye, ezê bêjim we min xapandiye û giliyê we bikim." Çakir dûre mifteyan peyda dike û wesayîta Topal didize. Topal piştî bûyerê li 38. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ji ber diziyê der heqê Çakir de dozê vedike.

Beramberî vê jî Çakir, ew şantajên berê kiribû dixe meriyetê. Li Kagithaneyê bi tewanbariya "sextekariyê" giliyê Topal dike.

Topal, bûyera ku bi gilîkirinê destpê kir û bi destavêtina li navenda polîsan bi dawî bû, wiha vedibêje:

"Tevî ku ti eleqeya wî cihî nebû jî, lê ji ber ku xizmên wî û hevalên wî lê dixebitî li Muduriyeta Emniyetê ya navçeya Kagithaneyê, bi tewanbariya sextekariyê li Amîriya Buro ya Asayîşê gilî kir.

LI QATÊ ÇAREMÎN Ê ASAYÎŞÊ ZEXT Û DESTESERKIRIN

Li ser vê yekê, ji Amîriya Buro ya Asayîşê ya Kagithaneyê bang li min hat kirin. Di 30'ê Tebaxa 2012'an de bi makbuzên di destê xwe de ez çûm qereqolê. Dema hatim ber Amîriya Buro ya Asayîşê, li ber derî rastî Mehmet Çakir hatim. Çakir li ber qereqolê xeber ji min re da û min dehf da. Dema min jî xwest xwe biparêzim, du polîsên sivîl bi dest û piyên min girtin û bi zorê min birin qatê çaremîn ê qereqola polîsan. Piraniya xebatkarên li wê derê sivîl bûn. Du saet û nîvan ez li odeyeke xebatê ya lê kamera tinebû, hatim rawestandin. Tevî ku min ji wan bipirsî ka ez di binê çavan de me yan na, dixwazim li parêzer bigerim jî, çente û telefona min ji min stendin. Polîsên sivîl ên ahtin cem min zext li min kirin ku divê ez doza diziyê ya der heqê Çakir de vekiriye betal bikim û pere bidim.

TIŞTÊ KU NIHA BÊ SERÊ TE TUYÊ TI CARÎ JI BÎR NEKE

Piştî du saet û nîvan Mehmet Çakir hat cem min û got, "Tiştê ku niha bê serê te tuyê heta dawiya emrê xwe ji bîr neke" û ji odeyê derket. Piştî pênc deqeyan, bi du polîsên fermî hat cem min. Ji min xwestin ez xwe tazî bikim, dema ez li dij derketim û min dest bi qîrînê kir, Çakir gaz berda ser çavên min û hingî xwe avêtin ser min. Destpêkê Mehmet Çakir, dûre jî her du polîsên fermî dest avêtin min. Li min dan û diranê min ê kursiya şikandin. Ya herî nebaş jî dema ez bi qêrîn û hewar bûm, deriyê odeyê vekirî bû û hema hema hemû personel şahidên vê bû. Tevî ku di nava van de polîsên jin ên sivîl hebûn jî, kesî tiştek nekir, bi tenê temaşe kirin.

AMÎR: "MIN HÊRS NEKE, EZÊ HEMÛ EMNIYETÊ DI SER TE RE DERBAS BIKIM"

Dûre, ji bo şopa destavêtinê nehêle, min birin gel lavabo û bi xortumekê dest bi paqijkirinê kirin. Piştî çend saetan çente û telefona min dan min. Dema min bang li parêzer kir ji min re gotin, "Tu ji kê re dibêje bêje, tu sextekar e kes ji te bawer nake." Dûre amîrê polîsan hat û bi ken ji polîsan re got, "We çawa ev bikar anîne, kurê min hûnê serê xwe têxin belayê" û henekê xwe bi min kir. Min ji amîr re got ezê giliyê hemûyan bikim, wî jî ji min re got, "Rewşa te li holê ye, min hêrs neke, ezê hemû emniyetê di ser te re derbas bikim."

Topal anî ziman ku piştî bûyerê "wê nekarî giliyê kesên dest avêtine wê bike" û destnîşan kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Kagithaneyê jî rapora "tiştekî wê nîne" daye. Topal dema vegeriya lojmanên sûbay ê lê rûdinişt, tevî hevserê xwe ji kesî re qala bûyerê nekir.

JI POLÎS GEFA 'TE HÎNÊ GAYRETTEPE NEDÎTIYE'

Topal diyar kir ku ji ber fikara 'kes jê bawer nake' bêdeng maye û anî ziman ku 15 roj piştî bûyera destavêtinê, 2 polîsên xwe bi navê Şahîn û Serdar bi nav dikirin ji Buroya Sextekarî ya Gayrettepeyê hatine ber deriyê lojmanên sûbayan, lê geriyane û jê re gotine, "Tu bisekine, tiştên li Kagithaneyê hatine serê te ne tişteke. Te hînê Gayrettepe nedîtiye."

JI DOZGER MERAL MUKIR HATIN; "EW BI ANTREMAN IN!"

Topal da xuyakirin ku piştî bûyerê ew çûye edliya Çaglayanê û giliyê Mehmet Çakir kiriye û got, "Dozgerekî Komarê yê bi navê Adem Meral bi min re mijûl bû. Min jê re behsa destavêtina polîsan kir. Wî jî bi gotina,'Ew di vê mijarê de xwedî antreman in. Xwezî tu piştî bûyerê bihata' mukir hat ku ew rastiya polîsan dizane."

SALEKÊ DOZ JÎ NEHAT VEKRIN, ÎFADEYA GUMANBAREKÎ JÎ NEHAT WERGIRTIN

Topal pê hesiya ku tevî Mehmet Çakir teqawît e jî dosya di kategoriya sûcên karmendan de hatiye bicihkirin û bendewariya wê ya 'edaletê' bicih nehat. Topal da xuyakirin ku tevî lêpirsîn beriya salekê hat vekirin jî îfadeya gumanbarekî bi tenê jî nehatiye girtin û destnîşan kir ku êdî ew bi ti awayî bi sîstema edaletê bawer nake.

DEMA REWŞA MIN BER BI BAŞBÛNÊ VE DIÇÛ...

Reyhan Topal, ji ber travmaya giran li Fakulteya Tipê ya Çapa 6 mehan tedawiya psîkolojîk dît û piştî ku hinekî hat ser hişê xwe û rewşa wê ber bi başbûnê ve çû, ji nû ve dest bi kar kir. Lê belê di vê demê de cara duyemîn rastî destavêtinê hat.

Li Taksîmê dem bi dem diçûm kuaforê jinan û li wir xebatkarekî bi navê Suleylman Kuney porê min çê dikir. Piştî demekê bi rêya telefonê gotinên nebaş ji min re got. Ez dûre hîn bûm ku ev kes Mehmet Çakir nas dike, navbera wî û civata polîsan baş be. Min giliyê wî li malbata wî kir. Lê vê yekê jî tiştek neguherand." Topal roja 27'ê Tîrmeha 2013'an dema li gel zarokên xwe ji girava Maltepe Sedef vedigeriya, dema li ber peravê li benda hevalên xwe bû Kuney û Çakir bi wesayîtekê ew revandin û dest avêtin wê.

Piştî vê bûyerê jî gefa mirinê lê hat xwarin.

JI DOZGER BERSIVA SOSRET, "ZAROKÊN TE WÊ JI BO DEWLETÊ XÊR BE”

Topal piştî destavêtinê pê hesiya ku ew ducanî ye û berî kurtaj bibe, ji bo giliyê Çakir û Kuney bike û destavêtinê ispat bike xwest li cenîn test bê kirin. Û bi vê armancê destpêkê çû Qereqola Levent û dûre jî serî li Edliya Çaglayanê da. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Osman Çakir bersiveke sosret da Topal:

“Dema bihîst ezê kurtaj bibim, ji min re got 'Ma hûn diznain kurtaj qedexe ye? Hûn ji xwedê natirsin, bûguman hûnê zarok bînin dinayayê. Dewletê jî xwedî bike. Ev zarok wê ji bo dewletê bi xêr bin.' Ji ber ku serlêdana min qebûl nekir, vê carê min serî li dozgerê nobedar Atîlla Ayvaci da. Dozger Ayvaci bryara anîna gumanbaran da, lê heta niha ne Çakir ne jî Kuney îfade dane."

TECAWIZKAR BI HÊSANÎ JI XWE RE DIGERIN

Toplan ragihand ku ji bo dosya ji Dozgerê Komarê yê Stenbolê Osman Çakir bê wergirtin wê pênc caran serlêdan kiriye, lê ti ji wan encam neaniye û dibêje, tecawizkar li gorî dilê xwe ji xwe re digerin.

Topal diyar kir ku piştî bûyera destavêtinê wê êdî nekarî li zarokên xwe binêre, navbera wê û hevserê wê xera bûye û got, "Min ewçend gilî kir, lê ev saleke dozek bi tenê jî nehatiye vekirin. Tevî ku min got gef li min tê xwarin, ewlekariya jiyana min nîne jî, her kes bêdeng e."

ÊDÎ NIKARIM BI ÇAVÊ MIROVAN LI TI KESÎ BINÊRIM

Reyhan Topal ku 9 hefte û 8 rojan ducanî ye, xwe amade dike roja Înê (îro) kurtaj bibe. Topal anî ziman ku beriya salekê ew gelekî kêfxweş bûn, bi hevserê xwe re timî planên bedew amade dikirin û got:

"Êdî ti planeke min nîne, rewşeke min jî nîne. Ez nikarim êdî ji zarokên xwe dayikiyê bikim. Ji ber ku mirovahiya min, dayikiya min dan windakirin. Êdî nikarim bi çavê mirovan li kesî binêrim. Ez ewçend ditirsim, nikarim behs bikim. Ji doktoran re dibêjim her tim min têxin xew. Ji wan dibêjim, tiştek nîne ku bi min bide ji bîrkirin. Ji ber ku nabe, veger nîne. Jiyaneke min nema. Cîranên min ên li lojmanan êrîşî zarokên min dikin. Mejiyê kurê min ê heft salî dişon. Eger tiştek bê serê min, berpirsyariya van hemûyan civak e."

Dema di nava rondikên çavan de diaxive, ji nişka ve telefona wê lê dide. Yê digere hevserê Reyhan e. Tuyê bêje qey Reyhan e, dixwaze heta demekê ji hev cihê bijîn. Reyhan telefonê digire û ji min re dibêje, "Hevserê min doza cihêbûnê vedike."