TJKE’yê bernameya Meşa Jinan a Cîhanê aşkera kir

TJKE’yê bernameya xwe ya têkildarî Meşa Jinan a Cîhanê de aşkera kir û got: “Starta Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê hat dayîn, rola me ya di sala 4. Çalakiyê de çiye, baştir vegot.”

TJKE’yê bernameya xwe ya têkildarî Meşa Jinan a Cîhanê de aşkera kir û got: “Starta Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê hat dayîn, rola me ya di sala 4. Çalakiyê de çi ye, baştir vegot. Yên herî xurt çalakiya sala 4. ya navneteweyî  pêşwazîkirin, Tevgera Jinên Kurd bûn.” TJKE’yê banga beşdarbûnek xurt ji bo çalakiyan kir.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê – TJKE daxuyaniyek nivîskî da û bernameya têkildarî Meşa Jinan a Cîhanê de aşkera kir.

EM Ê AKTÎF BEŞDAR BIBIN

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “4. Çalakiya Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê starta wê di 6’ê Adarê de li Kurdistanê hat dayîn. Bi vê despêka li Nisêbînê re em jinên Kurd jî bûn akatorên herî girîng ên tevgera global. Ji 60 welatî bi hezaran jin beşdar bûn. Ji ber pirsgirêkên jinan bi erdnîgariyê ne sînor e û pirsgirêka hemûyan girêdayî pergalê ye.

Meşa Jinan a Cîhanê di asta global de têkoşîna jinan nîşan daye. Ji ber vê ji bo Şerta Jinan a Global ya 31 xalî ya di hevdîtina yekem a 2004’an de hat îlankirin, bê qebûlkirin, divê em bi awayekî xurt beşdarî çalakiya 4. bin. Starta Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê hat dayîn, rola me ya di sala 4. Çalakiyê de çi ye, baştir vegot. Ji ber em ji kevneşopiyek u di jiyana azad û rêxistinkirî de israr diken.  Em di vê rê de her roj têkoşîna azadiyê didin û li cîhanê mînak in. Hedefa me ya sereke ev e ku em piştevaniya bi tevgerên jinan xurt bikin.

WÊ 29’Ê NÎSANÊ DESTPÊ BIKE

TJKE got ku wê bi awayekî aktîf beşdarî hemû çalakiyan bidin û wê di 29’ê Nîsanê de beşdarî tûra bîsîklet a femînîst a Viyanayê bibin. Her wiha wê di 12’ê Gulanê de jî li Mîlanoyê di çalakiyê de bin. Di 17’ê Gulanê de jî li bajarê Zug a Swîsreyê wê polîtîkayên şîrketên li jinan dixin bên protestokirin

BERNAMEYA ÇALAKIYÊ

Di daxuyaniyê têkildarî bernameyê de ev tişt hatin gotin:

“Di 23-25’ê Gulanê de li Cenevreyê, di 5-7’ê Hezîranê de li bajarê Nantes a Fransayê , di 17- 23’ê Hezîranê de li Parîsê em ê dengê xwe li dengê jinên cîhanê zêde bikin.

Di 4-5’ê Tîmrehê de li Namur a Belçîkayê, di 8’ê Tîrmehê de li Koln a Elmanyayê em wek jinên Kurd wê beşdarî çalakiyên li kolanan bibin.

Di 30’ê Tîrmeh-7’ê Tebaxê de li Polonyayê, di meha Îlonê de jî li Bologna û Torîno em ê ligel dostên xwe bin.

Di 18-21’ê Îlonê de jî em ê li Marsîlyayê bi jinên cîhanê re bên cem hev.

Di 17’ê Cotmehê de em ê li Portekîzê bin.”

TJKE’ê bang li hemû pêkhateyên xwe û gel kirin ku bi awayekî xurt beşdarî Meşa Jinan a Cîhanê bibin.