TJKE: Komplokerên 9'ê Cotmehê berpirsyarên komkujiya Parîsê!

TJKE: Komplokerên 9'ê Cotmehê berpirsyarên komkujiya Parîsê!

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), bi wesîleya 15. salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û komplo şermezar kir. TJKE destnîşan kirin ku komplokerên 9'ê Cotmehê di heman demê de berpirsyarên êrîşa li Parîsê ne ku di encamê de sê şoreşgerên jin ên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

TJKE di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku komploya navneteweyî ji aliyê hêzên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û berjewendiyên wan di şer de hene, hatiye kirin û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15 sal in li girtîgeha Îmraliyê di hucreyekê de tê ragirtin. Li gel hemû zext û zodariyan jî, dest ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berneda. Li hemberî lêferzkirinên dewtperestiya neteweyî ya Tirkiyê, her tim lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya alternatîf dewam kir. Ji ber vê yekê di 21'ê Adara 2013'an de 'Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk' bi awayekî fermî da destpêkrin."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê bibîr xist ku di destpêka vê pêvajoyê de di 9'ê Cotmehê de li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, berpirsyara KNK'ê ya Fransayê Fîdan Dogan û xebatkara ciwanan Leyla Şaylemez li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hat qetilkirin û ev xal destnîşan kir:

"Ev sûîkasta ku jê re 'qetilkirina polîtîk' jî tê gotin, ji aliyê hêzên operasyonel ên veşartî yên hêzên navneteweyî yên çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin, hatiye kirin. GLADYO ya 'Destê veşartî' yê dewletên ser bi NATO'yê ye, ku Tirkiye jî endamê wê ye, li pişt vê qetilkirina siyasî heye. Kengî pirsgirêka Kurd gavekê nêzî çareseriyê bû, teqez provokasyoneke bi vî rengî, sûîkast an jî xebateke wiha ya dijber ketiye dewrê.

Di salvegera destpêkirina komployê de, di serî de jin em bang li hemû sosyalîst, dijberên şer û hêzên demokratîk dikin ku li kolanan piştevaniya Kurdan bikin. Divê gelê Kurd zanibe komplokerên 9'ê Cotmehê û kujerên komkujiya Parîsê heman hêz in û bi vî rengî têkoşîna xwe bilind bike.

Li ser vê bingehê, wê çalakiyên vê hefteyê yên"Bêdengiya we ji ber hevkariya we ya sûc e?" yên li pêşiya konsolosên Fransayê rojên Çarşemê tên lidarxistin, bi beşdariyeke xurtir pêk were û salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî li her qad û herêman bi protestoyan bê pêşwazîkirin."