TJK-F: Ji bo dadmendiyê ber bi Parîsê ve!

TJK-F derbarê Komkujiya Parîsê got, ‘’Ji bo avakirina dadmendiya rastîn, azadiyê, ji bo şopdariya xewn û xeyala sê hevalên me yên jin em bang li her kesî dikin ku werin Parîsê’’

Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F) derbarê Komkujiya Parîsê, ya ku salvegera wê nêz dibe daxuyaniyeke nivîskî da.

TJK-F’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi bîr anî, di serî de Çalakiyên Çarşemê û çalakiyên dî bi bîr xist û got peyama wan îro jî zelal e; bi komkujiya Parîsê re hêviya azadiya ya gelê Kurd û jinên kurd, karekterê têkoşînê, xeta berxwedanê nekarîna ku têk bibin û radest bigirin; berovajî vê, di şexsê Sarayan de xeta Jina Azad, giyanê azadiyê ya ku ava bûyî pêl bi pêl gerdûnî bûye, ji jinên Ereb ta bi Amerîkayê her dever daye ber xwe û wê wiha bidome.

‘BÊCEZAYÎ TEŞWÎQKIRINA KOMKUJIYÊN NÛ YE’

TJK-F’yê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser cezanekirina kujeran û got, hê jî kiryarên komkujiyê li gel ku diyar û zelal in jî nehatine cezakirin, dewleta Fransayê di darizandinê de rêyeke dadmend naşopîne û piştî bi rengekî bi guman mirina Omer Guney hatiye xwestin ku dosya were girtin, bincilkirin.

TJK-F’ê her wiha diyar kir ku her çendî ji hêla hiqûqî ve lêpirsîneke nû hatibe vekirin jî heta niha ti gavekê bi pêş ve neçûye, bêdengiya ku ev 5 sal in heqîqetê vedişere, a rast hevkariya sûc metirsiya wan zêdetir dike.

TJK-F bal kişande ser daxuyaniyê rayedarên KCK’ê yên li ser endamên MÎT’ê yên ku hatine girtin û got, ‘’Daxuyaniyên rayedarên KCK’ê yên van demên dawî ku diyar dikin endamên MÎT’ê li ser Komkujiya Parîsê li xwe mikur hatine. Fransa divê baş bizanibe ku ronînekirina komkujiya Parîsê derî li komkujiyên nû vedike, dewleta Tirk li komkujiyên nû teşwîq dike û wêrek dike. Beriya bi demeke kurt nûçeyên bi naveroka ku li Ewropayê li ser Kurd û demokratên Tirkiyeyî suîkast wê weri kirin jî nîşaneya vê ye.’’

TJK-F’ê bi berdewamî diyar kir ku ji bo van sedeman di salvegera 5’an a Komkujiya Parîsê de divê xwedîderketin ji her demê zêdetir be, di serî de ji bo dewleta Fransayê ji bo her kesî were gotin, ‘’Me ji bîr nekin, em ê ji bîr nekin’ û ev peyam bi hestiyarî, berpirsyarî û tevlêbûneke zêde were dayi û hate gotin:

Di serî de gelê Kurd û jinên Kurd ên ku li Parîsê, ku malxweyitiyê li çalakiyên protestoyî dike û Fransayê dijîn, ciwanên Kurd, hemû Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn û dostên wan divê bi rengekî xurt tevlî meşa ‘heqîqet û dadmendiyê’ ya 6’ê Çile ya Parîsê bibin û ji bilî ku li qada protestoyê bin, divê red bikin ku li devereke dî bin.’’

BANG

TJK-F li dawiya daxuyaniyê got: ‘’Di sala 5’an de em dibêjin, ‘’ji bo heqîqet û dadmendiyê ber bi Parîsê ve, li dijî bêdengiyê û bê cezakirinê ber bi Parîsê ve’. Em bang li her kesî dikin ku ji bo avakirina dadmendiyê, ji bo azadiyê, ji bo şopdariya li xewn û xeyala sê hevalên me werin Parîsê.’’