TJK-F: Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê kom bibin

Tevgera Jinên Kurd a Fransa li dijî Qetlîama Parîsê banga tevlîbûnê li meşa 11’ê Çileyê ku li Parîsê bê lidarxistin kir.

Tevgera Jinên Kurd- Fransa (TJK-F) têkildarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate hate gotin ku li ber çavê hemû cîhanê tevî ku 7 sal li ser qetilkirina her sê jinên têkoşar ên ji aliyê hêzên îstixbarata Tirk ve hatin qetilkirin, hê jî berpirsên rastîn ên komkujiyê nehatiye diyarkirin.

Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî hikûmeta Fransa kir û got: “Heta bigihêjin encamê wê lêgerîna me dewam bike."

Her wiha di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em jinên Kurdistanî yên li Fransayê dijîn bi rêzdarî û minet Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr tînin.

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Ji bo protestokirina rayedar û saziyên Fransî ku tevî 7 sal li ser qetlîamê re boriye hê jî berpirsên ratî ên Qetlîama Parîsê diyar nekirine 11’ê Çileyê meşek mezin li Parîsê didin destpêkirin. Di vê çarçoeveyê de bang li hemû jianan gelê Kurd û dostên wan dikin ku tevlî meşê bibin.”

Navnîşana meşê wiha ye: 11’ê Çileya 2020, cih:Parîs- Gare de Nord, saet: 10:30.