TJK-F’ê li Parîsê tecrîd protesto kirin

Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mîtîngekê protesto kirin.

Li Qada Învalîdes a Parîsê bi tevlîbûna Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) girseya ku piranî jin, pankarta ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ û pankarta ku wêneyên berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li ser vekirin.

Di mîtîngê de ku flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, li ser tecrîd û grevan axaftin hatin kirin. Her wiha belavok hatin belavkirin û dirûşmên “Leyla ne bi tenê ye’ û ‘Bijî  Berxwedana zindanan’ hatin qîrkirin.

Mîtînga bi qasî 2 saetan dom kir, bi dirûşman bi dawî bû.