TJK-E'yê Cansiz, Dogan û Şaylemez bi bîr anî

TJK-E'yê têkilî salvegera komkujiya 9'ê Çile daxuyanî da û got, "11'ê Çile em bi hemû hêza xwe li Parîsê bin."

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) derbarê salvegera qetilkirina yek ji damezirînerên PKK'ê Sakîn Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên 9'ê Çile li Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyeke niviskî da.

TJK-E'yê di daxuyaniyê de got, "Em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez di salvegera 7'an a qetilkirina wan de bi hurmet û minet bi bîr tînin û careke dî vê êrîşa bi namerdî bi nefret û hêrsa xwe ya mezin şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, "Qetilkirina sê şoreşgerên mezin ên jin ên Kurd mîna parçeyek ji qirkirina ser Kurdan, parçeyek ji polîtîkaya îmha û înkarê ji hêla dewleta Tirk a mêtinger û rejîma faşîst û dîktator a Erdogan ve pêk hatiye. Gelê Kurd û dostên wan berpirsê vê komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê derxistine holê. Lê dadmendiya Fransayê li ser mijara ku ji berpirsên vê komkujiyê hesab biprise hê berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Mekanîzmaya dewleta Fransayê hê jî hêla tarî ya li bara Kurdan û mirovahiyê nîşan nedaye."

QETILKIRINA XELEF BERDEWAMIYA KOMKUJIYA PARÎSÊ YE

TJK-E'yê bi êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk re, ya li ser Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê, qetilkirina Hevseroka Partiya Dahatuyê Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Yadê Aqîde bi bîr xist û got, ''Qetilkirina wan mîna berdewamiya komkujiya Parîsê li ser me jinan hatiye ferzkirin. Ev êrîşên li ser jinên azad, ku ji bo jiyaneke demokratîk û wekhev li ber xwe  didin, rêxistinî dibin, bîrewer dibin, mîna qirkirina ku li ser hemû mirovahiyê tê ferzkirin, li ber çavê her kesî tê kirin.''

EM 11'Ê ÇILE JI BO HESAB BIPIRSIN LI PARÎSÊ BIN

TJK-E'yê got ew jinên Kurdistanî, Rojihlata Navîn, Ewropî, Emerîkî, Asyayî û Efrîkî çawa ku duh li dijî komkujiyan bêdeng nemabin, îro jî wê bêdeng nemînin, ji wan kesên ku Sakîne, Fîdan, Leyla, Hevrîn, Amara û Aqîdeyan qetil kirine, bûne hevkarê komkujiyê, bêdeng mane hesab pirsîne û hê jî dipirsin û got ''Em Sakîneyan ,Hevrînan dikine bi milyonan, têkoşîna xwe ya azadiya jinê gerdûnî dikin, deng û hêrsa xwe zêde dikin. Bi giyan û berxwedaniya Sakîne û Hevrînan civaka xwe ya demokratîk û azad ava dikin. Li her qadê em radibin ser piyan û berxwedaniya xwe geş dikin.''

TJK-E'yê herî dawî got, ''Di salvgera 7'an a komkujiya Parîsê de  em dibêjin,'Ji Sarayan heta bi Hevrînan em ji bo azadiyê li ber xwe didin! Ji bo dadmeniyê em li ser piyan in''.

Careke dî bi gotina,''Sala 7'an e, ji bêcezahiştinê re êdî bes e'' em ê lêgerîna xwe ya dadmendiyê bidomînin'' û bang kir, ji bo ku ji berpirsên komkujiya Parîsê û ji hezên zilam serwer ku êrîşê dibine ser şoreşa jinê ya Rojava hesab were pirsîn, her kes bi hemû hêza xwe li 11'ê Çile li Parîsê hazir be.