TJK-E’yê banga xwedîderketinê li KCDK-E’yê kir

TJK-E ya nerazîbûna nîşanî astengkirina kongreya KCDK-E’yê da got: “Banga têkoşîna hevpar a li dijî vê êrîşa li ser KCDK-E’yê hatî destpêkirin, dikin.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) têkildarî êrîş û astengiyên Elmanya ya li ser Kongreya Civaka  Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da.

TJK-E’yê diyar kir ku biryara qedexeya polîsên Elman a ji bo Kongreya KCDK-E’yê weke dewama pêkanînên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd ên li Elmanyayê dom dikin, dît û şermezar kir.

TJK-E’yê got: “Çawa ku yên ji bo êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê bêjin ‘rawestin’ biçin Başûrê Kurdistanê ji aliyê polîsên Elman ve hatibûn astengkirin ne tesadûf bû, heman demê qedexekirina kongeya KCDK-E’yê ya bi îdîayên neras ne tesadûf e. Îro dewleta Elman êrîşên qirkirina siyasî ya dîktator Erdogan a li ser Kurdan û hemû saziyên muxalîf ên Tirkiye dide kiri, li Elmanya hemû nirxên demokratîk û hiqûqê binpê dike, didomîne. Ev êrîş ne tenê li ser gelê Kurd heman demê li ser demokrasî, hiqûqî û mafê rêxistinê ye herî xwezayî yê ferdî ye jî. Divê tavil hikûmeta Elman ji vê biryar şerm vegere, lêborînê ji gelê Kurd û KCDK-E’yê bixwaze.”

Li ser vî bingehî bang dikin ku di bin sêwana KCDK-E’yê de kom bibin, li dijî van êrîşên antî-demokratîk û derhiqûqî bibin xwedî helwest. Bang li her kesê xwe demokrat, humanîter, azadîxwaz dide diyarkirin dikin, dîsa bang li hemû sazî, dezgeh, kesayet û saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên li ser KCDK-E’yê têkoşînek hevpar bikin. Bang li hemû gelê xwe yên li Elmanya dijîn dikin ku li dorî têkoşîna birûmet a gelê Kurd a bi heq bibin yek.”