TJK-E: Sibê em berê xwe bidin Brûkselê

TJK-E Ewropa, tecrîd şermezar kir, grevên birçîbûnê silav kir û li dijî bêdengiya saziyên Ewropî helwest nîşan da. TJK-E bang kir ku her kes tevlî meşa sibe ya li Brûkselê bibe.

TJK-E têkildarî tecrîda Îmralî û grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJK-E’yê got; “Li pişt tecrîdê ne tenê rejîma faşîsta a AKP-MHP û dewleta Tirk heye, hêzên ku komploya 15’ê Sibata 1999’an pêk anîn jî hene.”

LI DIJÎ SAZIYÊN EWROPA NERAZÎBÛN

Daxuyaniya TJK-E wiha didome;

“Delîla bingehîn jî bêdengiya dewletên Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpayê, CPT û saziyên din e. Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan durûtiya li nirxên demokratî û azadiyê yên dewletan dide nîşandan.”

Peyama hemû berxwedêran ji bo me diyar e; Ev tecrîd li dijî gelê Kurd, hêzên demokatîk, me hemûyan e û li beramberî vê geşkirina berxwedana azadiyê yekane rêya me ye.”

BANGA BEŞDARBÛNA LI  MEŞA BRUKSELÊ

TJK-E di dawiya daxuyaniyê de bang kir û got;

“Em Kurdistanî, jin û hemû hêzên azadîxwaz û demokraîk tenê li beramberî vê berxwedana dîrokî bi çalakiyan dikarin bibin bersiv. Li ser vÊ bingehî em bang li hemû gelê xwe, derdorên demokratîk û dostan dikin ku sibê tevlî meşa li paytexta Yekitîya Ewropa Brukselê bibin.”