TJK-E'yê ji bo Nîna Ahmedî peyama sersaxiyê da

TJK-E'yê têkildarî wefata Nîna Ahmedî daxuyanî da û got; “Nîna Ahmedî heta nefesa xwe ya dawî li dijî têkoşîna azadiya jinan û gelê xwe, xwe berpisyar dît.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt got; “Bi wefata Nîna Ahmedî em gelek xemgîn in. Nîna Ahmedî heta nefesa xwe ya dawî li dijî têkoşîna azadiya jinan û ya gelê xwe, xwe berpisyar dît. Serê malbat, keça wê Jîna û hemû Kurdistaniyan sax be.

Di nameya ji bo Leyla Guven nivîsandî de gotibû ‘Heta Rêber Apo azad bibe li ser pêya bin. Ew jiyana me ye, azadiya me, rûmeta me û têkoşîna me ya heqîqetê ye’. Ev gotin jiyana wê ya bi wate îfade dike. Ev gotinên wê ji bo me wateyek mezin û heqîqetê îfade dike.

Di rojên dawî ya jiyanê de fikrên xwe li dora azadiya Rêbertiyê qufilandibû û baweriya xwe ya ji bo serketina berxwedana grevên birçîbûnê diyar kiribû. Li beramberî bîranîna Nîna Ahmedî carek din bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”