TJK-E ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo meşa protestokirina komkujiya Parîsê ku wê 6'ê Çileyê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

TJK-E daxuyaniyek enivîskî weşand û ji bo meşa ku bi daxwaza darizandina kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bûn hedefa komkujiyekê.

Kujeran di şexsê van her sê hevalên me yên şoreşger de xwestin derbê li tevgera azadiyê ya Kurdistanê bixin. Bi taybetî xwestin derbê li têkoşîna jinên azad bixin. Lê belê vê derba xiyanetê nekarî berxwedana jinê tine bike, berevajî vê yekê berxwedan mezintir bû û bû hêviya hemû jinên cîhanê.

Di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûn. Her çend dewleta Fransayê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên hikumetê de komkujî nixumand jî, jinan û dayikan di lêgerîna xwe ya rastiyê de israr kirin û bê sekn her roja Çarşemê li bajarên Ewropayê ji bo darizandina berpirsyaran daketin qadan.

Weke TJK-E em ê timî di xeta jiyana azad de û li ser şopa Sara bimeşin. Em ê têkoşîna xwe di xeta şehîdan a azadiyê de bi ser bixînin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan, gelê Kurd û hemû jinên têkoşer ên cîhanê dikin ku xwedî li nirxên ji aliyê Sakîne, Fîdan û Leyla ve hatine afirandin derkevin û têkoşîna wan bi ser bixînin.

Em di serî de bang li jinên Kurd dikin, di çarçoveya azadî û demokrasiyê de li hev bicivin, ji bo ronîkirina komkujiyê têbikoşin û ji bo pêkhatina edaletê bi komî 6'ê Çileyê li Parîsê bin."