TJK-E: Ji bo hesab ji kujeran bipirsin, em berê xwe bidin Parîsê

TJK-E got, "Ronîkirina komkujiya Parîsê wê were kifşkirina komployên mezin ên li ser gelê Kurd. Em ê hesabê komkujiyê bipirsin" û ji bo meş û mîtînga 6'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E), bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn û hat gotin, "Jin, gelê me û raya giştî ya demokratîk li bendê ne ku Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an bê ronîkirin. Pênc sal in ji bo ronîkirina dozê û eşkerekirina komkujiyan em bi rengekî bê navber têdikoşin. Berxwedana me mezintir bûye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ronîkirina Komkujiya Parîsê di heman demê de wê hemû komployên mezin ên li dijî gelê Kurd hatine kirin kifş bike û ev bang hate kirin: "Em bang li jinan, hemû şoreşger, demokrat û her kesên li ber vê hovîtiyê radibin dikin ku ji bo hesab ji kujeran were pirsîn roja 6'ê Çileyê berê xwe bidin Parîsê û têkoşîna azadiya jinê ya li dijî faşîzmê geş bikin. Roj roja hesabpirsîna ji kujeran e."