TJK-E ji bo çalakiyan bang kir

TJK-E: Di serî de rêxistinên jinan ên li Ewropayê em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi hişmendî û hesasiyeta civakî her cihî veguherînin qada çalakiyan û xwedî li destketiyên gelê me derkevin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk a faşîst û saziyên wê yên nîjadperest, dema ku dijminatiyê li Kurdan dikin sînoran nas nakin. Dewleta Tirk a faşîst ku çavên xwe li destketiyên dîrokî yên gelê Kurd ên li Rojava nabare, dixwaze şerê xwe yê gemarî li her devera welatê me belav bike.

Faşîzma Erdogan bi rêya konsepta şerê topyekûn a li dijî gelê me dixwaze faşîzma xwe mayinde bike û astengiyên li pêşiya dîktatoriyê rake.

Di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de yên li dijî Efrînê, ne tenê gelê Kurd her wiha tevahiya gelên Sûriyeyê dibin hedef. Ev êrîş li dijî Sûriyeya demokratîk û aştiya Rojhilata Navîn e.

Di şexsê Efrînê de li ser destketiyên gelê me ku bi berdêlên gelekî giran hatine afirandin, niha gefeke mezin heye. Wezîfeya bingehîn a welatparêziyê ye ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwedî li destketiyên gelê me were derketin.

Di serî de rêxistinên jinan ên li Ewropayê em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi hişmendî û hesasiyeta civakî her cihî veguherînin qada çalakiyan û xwedî li destketiyên gelê me derkevin. Em bang li hêzên şoreşger û demokratîk jî dikin ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd xurtir bikin."