TJK-E: Em xwedî li îrade û dengê xwe derkevin

TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê da û di serî de jin bang li gel kir ku xwedî li îrade û dengê xwe derkevin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê tên birêvebirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku her roj jin tên qetilkirin û tundî li jinan tê kirin, jin li dijî tundî, faşîzm û neheqiyê têkoşîna xwe bênavber didomînin.

TJK-E'yê diyar kir, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji vê têkoşîna bi rûmet a jinan ditirse danê sibehê dest bi pêleke nû ya êrişan kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, damezrînerên komeleyê Ayla Akat Ata, Fatma Gultekîn û Narîn Gezgor li malên xwe hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Her wiha avêtin ser avahiya komeleyê. Em vê neheqiyê şermezar dikin û dibêjin ku jin wê ti carî teslîm nebin. Aktîvîstên jin ên hatin destgîrkirin divê tavilê bên berdan.

Jin her roj di nava her şert û mercî de ji têkoşînê venagerin, dibin dengê her kesî. Eşkere ye ku ev kiryara faşîst û êriş wê nikaribin li pêşiya têkoşîna me bibe asteng. Jin wê li dijî siyaseta tunekirinê û zextê ya sîstema serketiyê ya mêr, têkoşînê xurt bikin.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku bi taybetî jinan dikin ku xwedî li îrade, dengê xwe derkevin."