TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê bibin

TJK-E'yê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û bang li her kesî kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî bibin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de komplo bi tundî hate şermezarkirin û lehengên ku di têkoşîna dijî komployê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

TJK-E'yê bal kişand ser êrişên giran ên dema dawî û tecrîdê û diyar kir ku bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan û tevahiya gelan ew dikarin van êrişan têk bibin.

Di daxuyaniyê de bang li jinan, gel û ciwanên Kurd, alîgirên nirxên mirovahiyê hate kirin têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û rêya serketinê vekin.

Ji bo vê jî işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "10'ê Cotmehê weke 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' hate ragihandin. Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê di çarçoveya pêngava 'Li dijî qikririna jinê dem dema parastina jin a azad û civakê ye' û pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' bang li her kesî dikin ku bi rengê herî xurt tevlî 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî bibin.

Di 10'ê Cotmehê de wê li her devera cîhanê dengê ji bo azadiya Rêber Apo bilind bibe."