TJK-E: Em 1'ê Gulanê bikin roja afirandina yekîtiya têkoşînê

TJK-E'yê têkildarî 1'ê Gulanê peyamek weşand û diyar kir, " Em 1'ê Gulanê ya îsal weke roja şikandina zincîra koledariyê, afirandina yekîtiya têkoşînê ya jin û kedkaran pêşwazî bikin."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li jinan ku afirînerên herî mezin ên kedê ne û li kedkaran hemûyan hate pîrozkirin û şehîdên sosyalîzmê bi rêzdarî hatin bîranîn.

TJK-E'yê diyar kir, vê sîstemê herî zêde keda jinê înkar kiriye û destnîşan kir, "Keda jinên kedkarên malê ji nedîtî ve tê, weke 'kedê' nayê dîtin. Keda dayikê biçûk tê dîtin ku nirxê wê bi ti rengî nayê pîvandin. Çi li febrîqeyê çi jî li qada akademiyê-zanistiyê, çi li qada tenduristiyê çi jî li nava zeviyan jin ji ber 'jinbûyînê' dibin hedefa cihêkariyê, maf û keda wan tê desteserkirin û bi du carî keda wan tê xwarin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji nirxên herî girîng ên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ew e ku keda jinê berbiçav kiriye û hate gotin, "1'ê Gulanê roja afirandina yekîtiya kedê ya ccîhanê, hêza berxwedanê ya gelan a bi pêşengiya jinê ye."

Bi berdewamî hate ragihandin ku hêzên dewletên desthilatdar di vê demê de bi hinceta nexweşiya şewbê ya global hîn bêhtir kedê talan dikin, komkujiyan dikin û hate gotin, "Li dijî hêzên dewletê yên desthilatdar, sîstema civaka wekhev, azad û demokratîk ji her demê bêhtir xwe weke alternatîf û pêwîstiyê derdixîne pêş. Ji bo vê jî pêwîstî bi fikrekî mezin, rêxistinbûneke mezin û berxwedaneke mezin heye.

Em 1'ê Gulanê ya îsal weke roja şikandina zincîra koledariyê, afirandina yekîtiya têkoşînê ya jin û kedkaran pêşwazî bikin. Jinên Kurdistanî bi biryar in ku pêşengiyê ji afirandina hevpariya tevgera kedkaran a global re bikin."

Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê û mêtingeriyê, hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin û xwedî li keda xwe derkevin. Em bang dikin ku li ser bingeha hêza keda dayikê, jin hemû, kedkar û gelên me 1'ê Gulanê bi rêbazên afirîner û dewlemend bi heybetî pêşwazî bikin û 1'ê Gulanê Cejna Karkeran careke din li mirovahiyê pîroz dikin."