TJK-E: Dilê jinan ên cîhanê li Kurdistanê lê dide!

TJK-E'yê diyar kir, jin salekê qet bêdeng nebûn, li her devera dinyayê rabû ser piyan û destnîşan kir, "Îro dilê jinan li Kurdistanê lê dide." Di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang hate kirin.

Koordînasyona TJK-E'yê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêla raperînê ya jinan ku sala 2018'an dewam kir û li sala 2019'an jî deng veda, didome. Me careke din nîşan dan ku em dest ji xwedîderketina li jiyana xwe bernadin, dest ji biryardariya xwe ya guhertina sîstema neheq û zayendîperest bernadin."

TJK-E'yê ragihand, wê 8'ê Adarê ya îsal bi şiyara 'Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike' pêşwazî bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li her devera dinyayê jin li dijî neheqî, bê edaletî, neteweperestî, nîjadperestî û tundiyê daketin qadan. Li dijî serweriya mêr û her şêwe qirkeriya ji ber vê serweriyê me got, 'Em jî hene û xwedî wê hêzê ne ku vê dinyayê biguherînin'. Bi vê têgihiştinê me berxwedan û têkoşîna xwe bi rêxistin kir."

Koordînasyona TJK-E'yê diyar kir, liv û tevgera jinan li çar aliyên dinyayê nîşan dide ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan û wiha dewam kir: "Dilê jinên dinyayê îro li Kurdistanê lê dide. Tevgera Jinên Kurdistanê bi tecrûbeya xwe ya têkoşînê ya bi salan, ji bo azadiya jinê û civakê bûye çavkaniya tecrûbeyê. Ji bo têkoşîna jinê ya global, ji Rojhilata Navîn hêzeke xurt a berxwedanê derxist holê. Jinên Kurd bi vê kevneşopiya xwe ya berxwedanê nîşan da ku xwedîw ê hêz û biryardariyê ye ku dinyayê biguherînin. Tecrûbeya Rojava ji bo tevahiya dinyayê, ji bo jiyaneke azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk bû hêvî."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xeta berxwedana jinê ji hezaran fîlozofên jin ên mîna Hîpatya yên navê wan nayê zanîn heta Rosa Luksembûrg, ji Emma Goldman heta Sakîne Cansiz, Zîlan, Bêrîtan û Îvana Hoffmanan, bê navber didome.

'DI BEDENA LEYLA GUVEN DE JIYAN AVA DIBE'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Vaye jineke din... Leyla Guven... Jineke ku bûye sembola berxwedanê û di bedena xwe de jiyaneke nû afirandiye. Leyla Guven li dijî faşîzmê li ber tecrîdkirina gelan, jinan û civakan radibe. Dengê welatekî ku bûye girtîgeh diqîre. Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, berxwedan û têkoşîna jinê mezin dike. Yanî ji bo Rêber Apo karibe di nava şert û mercên azad de siyasetê bike, jin bi rengê jinê têdikoşin, çalakiyan dikin û îradeya xwe ya azadkirinê nîşan didin."

Koordînasyona TJK-E'yê bang kir ku di şexsê Leyla Guven de xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derkevin û refên têkoşîn û azadiyê xurt bikin.

Di dawiyê de ahte gotin, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em li dora berxwedana greva birçîbûnê bibin yek. Di 8'ê Adarê de kolan ên me ne. Em qadan bi rengê jinan bixemilînin. Bibin dengê hevrêyên xwe yên di greva birçîbûnê de ne. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku cihê xwe di vê têkoşîna bi rûmet de bigirin. Têkoşîn jinan dike yek, azad dike û berxwedana jinan dinyayê azad dike."