TJA'yê desteserkirina şaredariyan şermezar kir

TJA'yê desteserkirina şaredariyan şermezar kir û banga mezinkirina tevna berxwedanê kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî desteserkirina şaredariyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di demekê de ku dinya ketiye bin gefa vîrûsa koronayê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi polîtîkayên xwe yên kêm û bêtevdîriyê jiyana mirovan ji nedîtî ve tê, bi dijminatiya li Kurdan, desteserkirina îradeyê û pêkanînên nehiqûqî hewl dide vê rewşê ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ti ji biryarên nehiqûqî, dagirkerû û talankeriyê yên koalîsyona AKP-MHP'ê ku ji bo parastina hebûna xwe dike, nas nakin. Em dibêjin; li pêşberî van êrişên li dijî sîstema hevserokatiyê ku me bi berdêlên giran bi dest xistine, em ê ti carî bêdeng nemînin. Li dijî qeyûman û êrişên dagirkeriyê em bang li jinan û parêzvanên demokrasiyê dikin ku bloka demokrasiyê xurt bikin û tevna berxwedanê bilind bikin."