TJA: Mujgan Ekîn li Kûye?

TJA, têkildarî Mugan Ekîn a ku piştî hate binçavkirin û şûn de ti agahî jê nayê girtin daxuyaniye da û got: “Bang li hemû rêxistinên jinan û raya giştî dikin ku hestyar û piştgiriyê bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî Mujgan Ekîn a ji 24’ê Cotmehê ve agahî jê nayê girtin daxuyaniyek da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Mujgan Ekîn a li semta Batikentê ya Enqereyê di 24'ê Cotemhê de hat binçavkirin û 41 roj in jê agahî tuneye daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de TJA'yê bal kişand li ser binçavkirin û windakirinên wekî salên 90'an û hate gotin ku ligel serlêdanên malbatê jî jê agahî nayê girtin.

TJA'yê daxuyand ku di bin çavan de şîdeta li hemberî jinan derketiye asta herî jor û wiha hat gotin: "Wekî Tevgera Jinên Azad em dixwazin Mujgan Ekîn li kû ye û rewşa wê çi ye bê aşkerakirin. Em banga bihistiyariyê li hemû rêxistinên jinan û raya giştî dikin."