TJA li ber tundiya li jinê rabû: Em ê rê nedin tarîtiyê

Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê zêdebûna tundiya li dijî jinê daxuyanî da û diyar kir ku wê rê nedin tarîtiyê.

TJA'yê der barê îstîsmarkirina jin û zarokan û kuştina jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tundiya li jinê pirsgirêkeke giran û berfireh e" û işaret bi daneyên raporên dewletê hate kirin. TJA'yê diyar kir, li gorî raporên dewletê, her wiha li gorî qeydên ne fermî, pirsgirêk gihaştiye asteke gelekî giran û ragihand, di pênc mehên destpêkê yên sala 2019'an de zêdeyî 200 jin hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Dadgeha Bilind cezayê heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hatibû birîn pejirand û parêzer Muzeyyen Îslî tevî biryara parastinê jî ji aliyê hevserê wê yê li ber cihêbûnê bû hate kuştin.

Her wiha hate gotin, li Rihayê bersûcê ku sê zarok îstîsmar kiriye bi rengekî negirtî tê darizandin û hate destnîşankirin, polîtîkaya bêcezahiştinê û daxistina ceza ji ber 'nêzîkatiya baş' dibin sedem ku tundiya li jin û zarokan zêde bibe.

TJA'yê diyar kir, wê xwedî li destketiyên jinan derkevin û ragihand, "Em ê rê nedin tarîtiya ku hûn hewl didin biafirînin. Li gel polîtîkayên we yên bêdengkirinê hemûyan em ê bi dengekî bilind biqîrin. Bi şiyara 'civaka azad bi jinên azad dibe' em ê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin."