TJA: Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, di grevê de ne!

TJA grevên jinan ên li dijî tecrîdê slav kir û got û banga tevlêbûna çalakiyan kir, a bi dirûşma ''Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, jin di grevê de ne''.

TJA'yê têkilî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedar a Cîhanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ew peyrevên pêşengên dîroka têkoşîna jinê yên Clara, Rosa, Sara, Sêvê, Nûdem û gelek hevrêyên xwe yên jin in û îsal bi dirûşma ''Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, jin di grevê de ne'' 8'ê Adarê wê pêşwazî bikin.

'JIN BI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ TÊKOŞÎNÊ GEŞ DIKIN'

Li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Jinên Azad (TJA) got tecrîda mitleq a li ser Ocalan her wiha tecrîda li ser civakê ye û tarîtî li ser welêt serdest kiriye, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ya bêdawî û bêdorveger a ku ketî roja 113'an, a Sebahat Tuncel û Selma Irmak ku ketî roja 46'an û ya ya nûçegihan Kîbriye Evren a ku ketî roja 75'an û ya 52 girtiyên jin ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ''Jinên siyasetmedar û aktîvîst bedena xwe dane ber birçîbûnê û li ser jiyana azad a civakî rawestiyane. Bi pêşengiya jinan careke dî tirs û dîlgirtina ku li ser civakê hatiye ferzkirin, tê şikandin.''

BANGA TEVLÊBÛNA LI ÇALAKIYAN

'TJA'yê dawiyê bang li jinan kir û got, ''Em bang li hemû jinan dikin bi lîlandin û rengên xwe li dijî faşîzmê 8'ê Adarê di mîtîngên Amed, Wan û Êlihê de têkoşînê geş bikin;

Li dijî qeyûmê dagirker ku dixwaze destkeftiyên me jinan tiene bike 7'ê Adarê li Wanê em ê ''Rapora Qeyûm a Jinê' ragihîhin;

Li gelek bajaran em ê kartan ji hevalên xwe yên jin ên zindanan re bişînin;

Her wiha em bang dkin ku hemû jin tevlî şahînet, meşên bi xetîre, panêl, muzîk, pêşangeh, nîşandan fîlm, pêşangeha wêneyan bibin.''