TJA: Em pêşî li êrîşên PDK'ê bigirin
Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TJA'yê êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê bi tundî şermezar kir û got, "Êrîşa hevpar a bi hêzên dagirker re, ji bilî xiyanetê ti navekî xwe nîne."
TJA'yê bibîr xist, ku PDK'ê di encama lihevkirina bi DAIŞ'ê û dewletên li pişt vê rêxistina çete de, Şengal teslîm kir û got, "Di encama vê yekê de bi hezaran jinên Kurd ên Êzidî hatin revandin, li bazaran ahtin firotin, bi deh hezaran jin neçar man koç bikin û bi hezaran Şengalî hatin kuştin. Bi saya lehengiya hêzên gerîla û berxwedana Şengaliyan, pêşî li mezinbûna vê trajeiyê hat girtin. Li pêşberî vê şerm û bêrûmetiya PDK'ê, gelê Kurd û jinên Kurd bi parastina gerîla re bû xwedî ûmeteke mezin. Tevî vê rastiya dilşewat jî, PDK'ê bi rêxistinbûna 'pêşmergeyên rojava' ku rêxistina kontra ya dewleta Tirk e, îro êrîşî Şengalê kir."
TJA'yê destnîşan kir, ku ev êrîş êrîşeke mezin e li dijî rûmeta tevahiya gel, pêşmerge û jinên Başûrê Kurdistanê ye û got, "Nabe ku ev yek weke birakujiyê bê binavkirin. Ji bilî xiyanetê navê vê nîne."
TJA'yê bang li jinên Kurd, hemû sazî û rêxistinan kir, ku helwesteke hevpar li dijî vê yekê nîşan bidin û pêşî li êrîşê bigirin.