TJA: Em ê li dijî binçavkirin û girtinan têkoşînê mezin bikin

TJA da xuyakirin ku wê operasyonên qirkirina siyasî encamgir nebin, li dijî vê jî wê li her derê têkoşînê mezin bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkîldarî êrîşên li dijî siyaseta Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ku herî dawî tevî Sara Aktaş û Parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel û Besîme Konca, bi sedan kes hatine hedefkirin.

Di daxuyaniyê de TJA got, “Em careke din diyar dikin ku ne binçavkirin ne jî girtin wê jinan ji têkoşîna demokrasî û azadiyê neke. Li dijî êrîşan, wek jin em ê li kolan, girtîgeh û meclîsê, li her qada ku em lê ne têkoşîna xwe mezin bikin û berbelav bikin.”

JI BO JINAN BANG

TJA, di dawiya daxuyaniya xwe de ev gotin; “Em careke din bang li hikûmetê dikin ku dest ji van operasyonên qirkirina siyasî ya ku di şexsê jinê de pêk tîne, berdin. Em bang li jinên Tirkiye û Kurdistanî dikin ku li dijî van êrîşan li her qadê têkoşînê xurt bikin.”