TJA: Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin

TJA'yê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, "Newroz hebûn e. Formê hebûnê bi berxwedanê ye. Sekna li dijî zilm û mêtingeriyê ye. Newroz bedeneke."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê ji bo Newroza li Amedê ya 21'ê Adarê banga tevlîbûnê kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo dabînkirina azadiya xwe û parastina jiyana xwe em bi dirûşma 'Em bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin' di 21'ê Adarê de dadikevin qadan.

Newroz di serî de ji bo gelê Kurd serkatina berxwedan û azadiya gelên Mezopotamyayê ye. Newroz destana berxwedanê ya herî kevn a dîrokê ye. Newroz li hember tarîtiya birêxistinbûyî serketina ronahiya birêxistinbûyî ye. Newroz navê roja îlankirina ku pergala mêtingeriyê tu car li hember ruhê azadiyê bi ser nakeve ye. Newroz roja nû ya meşa bi kelecan a ji êvara zilmê ber bi sibeha aştiyê ye. Newroz silava jiyaneke bê mêtingerî û bi sorgulan merhebadahina gelan a ji nuqteya herî tarî ya zilmetê ye.

Newroz vebîrek e. Şopeke dîrokî ye ku tevahiya gelên Rojhilata Navîn tu car jî bîr nakin. Destanekî azadiyê ye ku ji kêliya niha ber bi destpêka dîrokê ve dimeşe, ji destpêkê di kêliya niha de vedijî û berxwedêr dibe.
 
Newroz dema berxwedana ciwan û jinên ku dilê wan bi evîna azadiyê dikele û ya hemû mirovên ku tên çewsandin û marastin e. Hest û ruhê hebûnê ye. Newroz rewşeke heyînê ye. Forma çêbûniya bi berxwedanê ye. Newroz sekneke li hember zilm û mêtingeriyê ye. Newroz gotin e; wek gotinên pêşîn ku li erdê neketine, pîroziya xwe qet wenda nekirine. Newroz di dengê Mezlûmî de bi gotin dibe 'Berxwedan Jiyan e'.

Newroz bedenek e. Qîrîna raperîna Zekiyeyan e ku li ser sûrên Amedê bedena wê seran ser bi agir hatiye pêçandin. Newroz qêrîna azadiyê ye. Di kêliya ku feraseta şemartek xedar dibe de bi qîrîneke Rehşanî evîna agirpêçiyayî ye Newroz.

Erdnîgariya ku em li ser dijîn belkî bi qasî ku di tu demek dîrokê de nebe tîbûna Newrozê dikşandin. Em kirêtiya şer ku desthilatî bi rût û tazîbûniyên wê ve li ser gelan dimeşîne di zarokên ku li peravan dahine, di rûyên jinên ku deranîne pazarên koleyan de her roj dibînin.

Di demeke ku gel û bawerî tên rûberîhevkirin û qirkirinên mirovan pêk tê de ne tenê gelên Rojhilata Navîn li hember pergala dewlet-desthilatiya ku berginda feraseta mêrî ya kevnarî ye Newrozbûniya hemû gelên cîhanê xwediyê pêwistiyeke mezin e. Pêkutiya zilmê her ku diçe erdnîgariya cîhana me bêjiyan dihêle, erdnîgariya cîhanê her ku diçe bêcivak dihêle. Tê xwestin mirovahî li derveyî dem û mekanê bê dehfandin û di rewşa heyîneke seyr de were hiştin.

Ya rast qêrînên jinan û agahiyên mirinan ku di her xulek û her saeta rojê de tên guhên me têra xwe nîşan dide ku xala em hatine pê çiqas tirsnak e. Di demeke ku zilm û zordarî li ser axa Kurdistanê heye de, desthilatiyeke ku tirûşa wê ji nav behskirinê, ji deng derxistinê rê tune ye û dixwaze tax bi tax kuçe bi kuçe welatê me veguherîne goristaneke tam dema hembêzkirina bi Newrozê ye. Divê em welatê ku tê de dijîn bi ruhê Newrozê bixemilînin.

Em bi zanîna dirûşma Newroza ku kevneşopiya me ya berxwedanê ya dîrokî ye nuqteya tarîtiya herî girtî kêliya ku berbang herî zûtir diteqe ye ji bo dahatûya azad a heyîna me divê em biherikin qadên Newrozê, qadên berxwedanê û divê em nîşanê vê pergalê bidin ku Newroz doktrîneke dîrokî ya bêderbasok e.

Tarîtî çiqas li pêş me disekinin bila bisekinin divê em bi ruhê xwe yê azad û ronahîdêr tu car ji meşa xwe bi paş ve nekevin, wek seknek, gotinek û bedenek divê em di rêya azadiyê de bimeşin."