TJA: Dayika Uweyş wateyeke mezin da dîrokê

TJA’yê Uweyş Ocalan bi bîr anî û got, ‘’Dayika Uweyş wateyeke mezin daye dîrok û demê’’.

TJA’yê Uweyş Ocalan bi bîr anî û got mîrateyeke girîng ji têkoşîna azadiyê ya jinê re hiştiye.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku 11’ê Nîsana 1993’yan bi krîza dil çûbû ber dilovaniya xwe mesajek da.

Di mesajê de hate gotin, ‘’Di têkoşîna azadiyê ya jinê de, ya Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, jiyana Dayika Uweyş bi cihekî girîng e.’’

 ‘LI DIJÎ KOLEKIRINA JINÊ RAWESTIYA’

Di peyamê de hate gotin: ‘’

‘’Dayika Uweyş ku ji çanda xwedavendan a Mezopotamyayê xwarî, li dijî kolekirina jinê rawestiye û bi helwesta xwe ya serhildêr jiyana xwe bi têkoşînê borandiye. Dayik Uweyş bi wê şanaziyê ye ku kurekî ku ji bo jinan gelekî ked daye aniye dine, dayika Uweyş wateyeke mezin daye dîrok û demê. Em jin heke em heqê dîrokê û demê bidin, li dijî faşîzmê, tecrîdê, li dijî hişmendiya zilam serwer li her qadê li ber xwe bidin, em dikarin azadiyê bexşî demê bikin. Serhildana jinan a li dijî koledariya bi hezaran salan, îro rê li ber şoreşên mezin, rê li ber vedike ku têkoşîna jinê bi roleke sereke di têkoşînên civakî de rabe. Şoreşa jinê bi qasî k beriya niha nebûbe ji bo jinên Rojhilata Navîn bûye rastiyek. Em vê rastiya jinê ku ji berxwedana bêhempa ya jinan tê careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin.’’