TJA: Berpirsyarê Roboskî AKP bi xwe ye
TJA'yê diyar kir, "Berpirsyarê Komkujiya Roboskî û yê fermana komkujiyê da desthilatdariya AKP'ê ye. AKP dewama kevneşopiya komkujiyane."
TJA'yê diyar kir, "Berpirsyarê Komkujiya Roboskî û yê fermana komkujiyê da desthilatdariya AKP'ê ye. AKP dewama kevneşopiya komkujiyane."
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji Dersimê heta Mereşê ji Zîlanê heta Roboskî bi dehan komkujî di dîroka Komarê de hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berpirsyarê komkujiyê desthilatdariya AKP'ê bi xwe ye û hate gotin, "Her wiha komên çete yên ser bi Tirkiyeyê di 2'ê Kanûnê de li navçeya Til Rifat a Rojava bi topbaranê 10 kes qetil kirin ku 8 ji wan zarok bûn. Em zanin ku tayînkirina qeyûman, destgîrkirin, girtin, binpêkirina mafên mirovan, êrişên li dijî Rojava û komkujiya Roboskî encama polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li Kurdane."
TJA'yê ragihand ku li dijî tundî, neheqî, bêhiqûqî, zext û zordariya dewletê jî wê lêgerîna xwe ya li edaletê dewam bikin û qurbaniyên li Roboskî bi rêzdarî bi bîr anî.