TJA: AKP şîddet û pedofiliyê meşrû dike

Tevgera Jinên Azad (TJA) nerazîbûn nîşanî biryara Diyanetê da ya ku ‘zewaca’ bi zarokan re meşrû dike. TJA’yê bal kişand ser vî tiştî ku feraseta AKP’ê şîddet û pedofîliyê zêdetir dike.

Tevgera Jinên Azad (TJA) nerazîbûn nîşanî biryara Diyanetê da ya ku ‘zewaca’ bi zarokan re meşrû dike. TJA’yê têkildarî vê mijarê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir

‘AKP RÊ LI BER ŞÎDDET Û PEDOFÎLIYÊ VEDIKE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Feraseta AKP’ê rûyekî din ê êrîşa li ser jin û zarokan derxistiye holê û pedofîlî jî li vê şîddeta xwe zêde kiriye. Zewaca di temenê biçûk de erê dike û zagona destûra bingehîn a ku dibêje 18 sala reşîdbûn û bîrbûnê  ye jî ji holê radike.

Îro jî Diyanet sînorê bîrbûnê ji bo keçan kiriye 9 û ji bo kuran jî kiriye 12 û bêyî ku rewşa psîkolojîk, sosyolojîk, fîzîkî ya zarokan li ber çavan bigire diyar dike ku zarokên keç di 9 saliya xwe de dikarin ducanî bibin û kur jî di 12 salî de dikarin bibin bav.

‘EM BÊDENG NEMÎNIN’

“Zewaca di temenê zaroktiyê de bi van gotinan tê normalîzekirin. Em ê li hemberî vê ferasetê têbikoşin û em diyar dikin ku em li gorî wan nejîn û nefikirin. Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî vê ferasetê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”