Tirkiye kuştina jinan vedişêre

Ji bo ku di mijara kuştina jinan de daneyên Tirkiyê û NY'yê hev nagirin, gumanê çêdike ku Enqere hejmara rastî ya jinên ku hatine kuştin vedişêre.

Daneyên Tirkiye û Netewên Yekbûyî (YN) di mijara kuştina jinan de hev nagirin û ev jî rûyê rast yê Enqerê di derbarê hejmara kuştina jinan de vedişêre.Li Tirkiyeya ku her roj kuştinên jinan zêde dibe, daneyên kuştinen jinan yên li Tirkiye û daneyên NY hev nagire. Hevnegirtina daneyên Tirkiye û NY gumanê çêdike ku cinayetê jinan têne veşartin.

Li Tirkiyeyê di sala 2016'an de 397 jinan hatin qetilkirin. Jinên ku hatin qetilkirin ji wan 317 bi çekê hatine kuştin. Li gorî daneyên Wezareta Polîtîkayên Malbatê û Civakê di navbera salên 2002-2015'an de 5.406 jin hatine qetilkirin. Li gorî daneyên NY’yê di vê demê de li Tirkiyê 13.318 jin hatine qetilkirin. Ji jinên ku hatine qetilkirin beşekî mezin ji aliyê hevser û xizmên wan ve hatine kuştin.

Daneyên Wezareta Politîkayên Civak û Malbatê ji sala 2013'an heta meha Hezîrana 2016'an 71.794 jinan serlêdana Navenda Pêşîlêgirtina Şidetê kirine. Li gorî daneyên meha Hezirana 2016'an di derbarê 46.192 jinan de biryara parastinê hatiye dayîn.

Çalakiyên şidetê yên li ser jinan zêde dibin. Li dijî van çalakiyan desthilatdariya ku pêwîste tedbîrê bigre, daneyan vedişêre û ev jî bi daneyên Netewên Yekbûyî têne dîtin.