Tifaqa Jinan a Navneteweyî piştgirî dan jinên Kurd

Tifaqa Jinan a Navneteweyî, li dijî êrîşên rejîma AKP'ê peyamek weşand û piştgirî da Kongreya Jinên Azad (KJA).

Tifaqa Jinan a Navneteweyî (IWA), ji bo piştgiriyê bide Kongreya Jinên Azad (KJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrîşên hovanê yên li dijî  jinên ku ji bo Hevşaredarên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli yên hatine girtin li ber xwe didin, bi tundî şermezar dikin. Girtina berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata yê jî şermezar kirin." IWA’yê dest nîşan kir ku dema Akat Ata hat binçavkirin bi ser Ofîsa KJA’yê û mala Akat Ata ve girtine, ku dixwazin wan tiştan meşrû bikin û hincetên nû peyda bikin.

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TEKOŞÎNA WE YA LI DIJÎ REJÎMA FAŞÎST'

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"IWA êrîşên li dijî jinan, bêcihkirina wan, girtin û afirandina sedemên kuştina jinan şermezar dike û ji ber vê jî kampanyayek nû bi navê 'Jin li dijî zext, faşîzm, mîlîtarîzm û şer, têkoşin' dane destpêkirin. IWA bi Rêxistina Jinên Kurd a li Tirkiyeyê re ye û em piştgiriyê didin têkoşîna wan a li dijî rejîma faşîst a partiya AKP’ê. Em rêxistinên jinan ên neteweyî, ku li dijî zext, mêtîngerî, faşizm, mîlîtarîzm, dagirkerî û şer pêşengiyê ji berxwedanê re dikin û têkoşîna wan a li gelemperiya cîhanê ji bo demokrasî û azadiyê dimeşînin, silav dikin."

JI BO MEŞA LI MONTREALÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

IWA'yê her wiha, ji bo meşa 26’ê Mijdarê ya ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî zext û zordairya li jinê, ku wê li Montrealê pêk were, banga tevlîbûnê li jinan kir.