Tezahura şîzofrenîk ya modernîteya kapîtalîst: Tecawiz

Tezahura şîzofrenîk ya modernîteya kapîtalîst: Tecawiz

Di demên dawî de li Tirkiye û Kurdisanê bûyerên taciz, tecawiz û îstîsmara zayendî zêde dibin. Jin û zarokên rastî taciz, tecawiz û tundiyê tên jî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin.

Berdevka Demî ya Akademiya Jîneolojiyê Dorşîn Akîf diyar kir ku, li her cih û demên ku azadî û aştiya civakê pêş neketiye de tundî heye û wiha got: “Li her cihê ku azadî û demokrasî pêş neketiye de, tundî û şer zêde dibe. Lê ji ber ku zanista civakî her tim rewşa şer a civakî didomîne, vê heqîqetê dernaxîne derve.

Me bûyerên tacîz û tecawîzê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde dibe bi Dorşîn Akîf re axivî.

Di demên dawî de tundî pir zêde di rojevê de ye. Di vê mijarê de hun çi dibêjin?

Civaka heyî rojane rastî tundiyê tê. Lê ji ber ku şeklê pêkanîna tundî, cudahiyan pêk tîne, tundî her tim tê pêkanîn di nava demê û cih û war de diguhere. Ji ber vê jî hîskirin diguhere. Li her civaka ku azadî û aştî pêk neyê tundî heye. Civak di alî zanistê de jî mijareke ku zêde li ser tê rawestandinê ye. Di her civaka ku azadî û demokrasî pêş nekeve de, tundî pêş dikeve. Lê ji ber ku zanista civakî her tim rewşa şer a civakî didomîne, vê heqîqetê dernaxîne derve. Ji ber vê yekê jî her tim wekê ku jin tundiyê dibîne tê xuyakirin. Ev jî her tim jinê wek metafor ava dike. Lê ne wisa ye. Di roja me ya îro de civaka ku rastî tundiyê nehatiye tuneye. Hemû hêzên civakî ger xwe bi demokrasiya radîkal û bi azadiyê ava nekin û hîmê axlaqî û polîtîk yê  jiyana xwe pêş nexînin, wê demê şerê civakî mayîn de ye. Saziyên ku her tim hebûna xwe diparêzin, avakirin. Di serê van saziyan de saziyên hiqûqê tên. Hiqûq, bi rewşa xwe ya herî re saziyeke sereke ya bi destê dewletê hatiye belavkirinê ye.Ger em baldar bin şeklê bikaranîna tundiyê, divê li ser kê pêk were, bi kîjan forman pêk were, bi riya çapemenî û dewletê tê kirin. Îro tundiya polîsan ya ku di çalakiyan de pêk tê, rêjeya wê gelek zêde ye. Her çiqas ev di rewşa şer de bê bikaranîn wek pêkanîna dewletê tê dest girtin û rewa û makul tê dîtin.

DI TUNDIYÊ DE DOZAJ NÎNE

Rewşa tundiya civakê ji aliyê desthilatdarî û mekanîzmayên îdarî ve tê qebûlkirin. Pirsgirêka esas eve ku dozaja tundiyê û di nava burokrasiya heyî de li ser birêvebirinê bê runiştandin. Nîqaşên tundiyê yên tên meşandin bi aliyê xwe yê ji holê rakirinê, ne nîqaş e.Ya girîng eve ku bi destê kê hatiye kirin, kîjan demê hatiye kirin mijara gotinê ye.

Dema mirov bên ser mijara tundiya li hemberî jinan; Dewlet û mekanîzmayên îdarê bi giştî xwedî avabûneke bê parastin jinan dide nasîn. Ji xwe pêkanînên li hemberî jinan tên pêkanîn  ji aliyê dewlet, desthilatdarî, dadger û merciyên îdarî pir qels hatine vegotin. Forma tundiya li hemberî jinê tê bikaranîn jî vegotine. Ji bo ku dewlet her tim xwe bidomîne divê xwe yên dişibin xwe zêde bike, hilberîne. Mînak dema mirov tundiya polîsan a li hemberî Berxwedêrên Parqa Gezî û tundiya li hemberî jinan a we tecawîzê bînin hemberî cudabûneke pir cidî tuneye. Her du jî ji heman çavkaniyê tên. Dozaj û pêkanîna tundiyê li cih, dem û civakên pêk tê cudane. Tundiya li hemberî jinê pêk tê li gorî xwedomandina mêr tê girtin. Hincetên wê jî teqez tên plankirin.  Ji bo serdest û îdarevanan her tim sedemên saxlem hene.

Di civakê de li hemberî her temenî li her kesî taciz û tecawiz pêk tê. Di rojên borî de di çapemeniyê de me dît ku tecawizê jineke 80 salî û zarokek 5 salî kirine. Li gorî we sedema vê çiye?

Ev rewşeke şîzofrenîke. Ji ber di hemû çand û baweriyan yên cîhanê de di kesên xwedî vî temîn de zayend nîne. Hele zaroka 5 salî, bi vê re li zayendê ger ne mumkune. Ev ast rewşa şîzofrenîk îfade dike.  Ev ji bo jina 80 salî jî wisaye. Vê jinê li vir sînorê zayenda xwe derbas kiriye û sînorê zanabûnê wê tê dest girtin. Lê asta ku modernîteya kapîtalîst hatiyê şîzofreniye. Ev rewşa êrîşa li hemberî civakê ye. Pirsgirêk  jin û zarok derbas kiriye. Delluze û Guattarî kapîtalîzm û şîzofrenê bi hev re digire dest. Li gorî min ev di cih de ye. Ji ber ku modernîteya pêş ketiye wek seks, spor û hunerê hatiye pêşkêşkirin. Civakeke ji heqîqeta xwe veqetiya be tenê dikare bi vê hovitiyê êrîş bike.

Gelo ev civak dê çawa ji vê çemka taciz û tecawizkar xilas bibe?

Beriya her tiştî divê xwe ji her tiştî ku modernîteya kapîtalîst avakiriye xwe biparêze. Ev her tiştî bi sîstema mêr ava dike. Tê gotin ku, taciz û tecawiz bi perwerdeyê dê ji holê bê rakirin. Raste dikare bi perwerdeyan bê rakirin, lê ev perwerde heta ku têgehên modernîteya kapîtalîst bikûrahî dê neguhere. Mînak hinek kesên van êrîşa pêk tînin li zanîngehên Tirkiyeyê dixwînin. Bersucên mirinên hinek jinan pisporin. Perwerdeya ku sîstemê xwedî dike dê dîsa sîstema xwe hilberîne.

DIVÊ TECRÎDA CIVAKÎ BÊ PÊKANÎN

Bi taybet divê perwedeyên ku îrade û azadiya jinê derdixe holê pêkwere û ev jî ji bo civak azad bibe ev gelek girînge. Ev hem ji bo guherînên civakî û hem jî ji bo avakirina civakan a di warê çandî de gelek girînge.  Her wiha dîsa li dijî êrîşên rojane çawa pêşî lê bêgirtin, pirsgirêkeke gelek girînge. Li gorî min li dijî hemû êrîşên li dijî jin û zarokan divê tecrîda civakî wek tedbîr bê girtin. Piştî vê jî rêbazên ku rewşa patolojîk ya kesan û li gor kesan bê pêş xistin. Bê gûman divê bûyer yekane an jî munferît bê dest girtin. Divê wek avakirina modernîteya kapîtalîst bê dest girtin. Ji bo kesê rastî tundiyê hatine eleqeyek cidî pêwiste.