Temînata şoreşa Rojava: Yekîneyên jinan

Temînata şoreşa Rojava: Yekîneyên jinan

Li Rojava, bi destpêkirina pêvajoya şoreşê û vir ve li qadên civakî seferberî tê jiyîn. Di her qada jiyanê de pêvajoya avakirina şoreşê bi şiyara Xweseriya Demokatîk dewam dike. Erka rêvebirina şoreşa Rojava jî, îro jinan girtine ser milê xwe.

Li Rojava, tevî ku di gelek saziyan de pergala hevserokatiyatiyê tê meşandin jî hema hema li her qadê giraniya jinan xuya dike. Mîna li Efrînê, ku bi koça dawî re nifûsa wê milyonek derbas kir, ji sedî 65 ê rêveberiya bajêr di destê jinan de ye. Li gel qada rêveberiya sivîl, qadeke din a zor parastina gel e. Li vê qadê jî pêşketineke dîrokî, cihêrengiyek tê jiyîn. Ev cihêrengiya balê dikşîne, Yekîneyên Parastina Jinê (Tabûrên Jinan) ye, ku li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî xweser cih digire û ji şervanên jin pêk tê.

Yêkîneyên Jinan ku ji YPG'ê cuda rêxistinbûyîneke leşkerÎ ye, di rojên dawî de bi parastina bajaran, bi operasyonên leşkerî yên li dijî çeteyan û pratîka xwe ya li eniya şer, di rojevêl de ye. Bi rewşa xwe ya heyî re, li gelemperiya cîhanê xwedî mînakeke duyemîn nîne. Yekîneyên jinan ku her qonaxên wê ji şervanên jin pêk tên, bala medya cîhanê jî girtin ser xwe. Gelek ajansên nûçeyan ên navneteweyî hatin Rojava û di vê mijarê de nûçe çê kirin.

Başe 'Yekîneyên Jinan' çiye, rêxistinbûyîneke bi vi rengî ye, kar û barên wê çi ne, çima pêwistî bi rêxistinbûyîneke wiha hat dîtin? Ji bo bersivdayîna li van hemû pirsan me guh dan rayedar, fermandar û şervanên YPG'ê. Me derfet dîtin xebatên wan ên li biryargehan, yekîneyan û çeperên şer bişopînin.

Li Rojava weke hêzên parastina gel cara yekemîn YPG ava bû, hêzên wê jî ji jin û mêran pêk dihat.

Bi zêdebûna beşdariya hejmara şervanên jin re di 5'ê Adara 2013'an de bi navê "Yekîneya Şehîd Rûken" yekem yekîneya jinan li Efrînê ava bû. Dûre jî li bajarên din yekîneyên jinan xwe dan der. Niha li Efrînê hejmara yekîneyên jinan derketiye duduyan. Armanca dawî jî; bi serketina şoreşa Rojava re, avakirina artêşeke xweser a ji jinan e.

Li hemû bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên YPG û xebatên wê yên rêxistinbûyînê heye. Her çend hejmara şervanên jin ji sedî sed neyê diyarkirin jî, bi hezaran tê ziman.

Temenê şervanên jin jî di navbera 19-20'an de tê bilêvkirin. Piraniya van şervan ji şervanên jinên Kurd pêk tên. Lê belê di nava wan de şervanê jin ên Ermenî, Ereb û ji gelên din jî hene. Ji bo YPG'ê ji her temenî beşdarî çê dibe, lê li nava refên YPJ'ê bi giranî beşdariya jinên ciwan derdikeve pêş. Piraniya wan derdora 20 salî ne. Lê yên ji 20 salî mezintir jî heye. Her çend jinên zewicî û xwedî zarok jî dixwazin beşdarî li nava refên YPJ'ê bibin jî, ji bo malbat belav nebe beşdariya van bi giranî nayê qebûlkirin. Beşdariyên tên qebûlkirin jî ji jinên xwendekar, bêkar û kedkaran bê tê.

Bi YPG'ê re têkiliya jêrîn-jorîn nîne. Biryargehên wan ên navendî û pergalên wan ên xebatê yek in, lê rêxistinbûyîn û yekîneyên wan ên leşkerî cuda ne.

Başe şervanên jin bi perwerdeyeke çawa tên perwerdekirin?

Di vê mijarê de Fermandara Giştî ya YPJ'ê Axîn Nûcan dibêje: Jin beriya bi temamî beşdarî li nava refên YPJ'ê bibin, perwerdeyeke 20 rojan ji YPG'ê dibÎnin. Piştî vê perwerdeyê jî yên dixwazin bi temamî beşdar bibin, di perwerdeyeke giran de tên derbaskirin. Di van perwerdeyan de li gel perwerdeyên siyasî û leşkerî, perwerdeya li ser dîroka jinê û wekheviya zayendî jî tê dayîn. Li yekîneyên ku perwerdeya xwe temam kirine û li cihên pêwîst hatine wezîfedarkirin jî perwerde her dewam dike.

Di perwerdeyan de ya herî zêde li ser tê rawestîn, pêşvexistina feraseta jinê ye. Fermandara Giştî Nûcan jî balê dikşîne ser vê mijarê û wiha dibêje: Perwerdeya Jinê ya Azad... Derfet ji jinê re nehatiye hiştin ku jiyanê dewlemend bike. Sedema bingehîn a vê perwerdeyê xwenaskirina jinê, hebûna jinê li her qada jiyanê, pêşxistina vîn û baweriya jinê bi xwe yeu. Rêxistinbûyînên YPG û YPJ'ê nû ne. YPJ bi YPG'ê re weke rêxistinbûyîneke rastîhev hat avakirin û xurtkirin. Mîna li her qada jiyanê, li qada leşkerî jî jinê dibe hêz, cih bigire. Ev yek hêzeke xweser a jinê ye. Di warê leşkerî de bi temamî hêza jinê ye, em hêzeke xwe dispêre azadiyê ne. Ji çeka herî sivik heta ya herî giran em hemû çekan bikar tînin. Ji hunerên pevçûn-lêdana ji nêz ve heta bikaranîna tang û çekên giran, em hemû perwerdeyan didin. Mîna ku Serok Apo dibêje, 'Cîhaneke din gengaz e'. Qedera mêr li ser me ferz dike, ne qedera me ye. Ji ber ku rêxistinbûyîna me nû û cuda ye balê dikşîne. Gel xwedî hezkirin û hurmeteke mezin e li pêşberî me. Hinek gava me dibînin ji kêfa digirîn.

Û rastiya bi êş a şer: Windahiya can-jiyan. Yekemîn şervana YPJ'ê ya di şer de jiyana xwe ji dest da şervaneke bi navê Bêrîvan bû.

Dema em vê mijarê dipirsin, çavên Nûcan tijî girî dibin. Diyar e ku ji ber vê windahiyê gelekî xemgîn e.

Û çîroka wê bi me re parve dike: Şehîda me ya yekemîn Hevala Bêrîvan e. Li vê derê her jin êşê dikşîne. Hevala Bêrîvan dayika zarokekî bû. Zilmeke mezin ji hevserê xwe dîtibû. Gelek êş kişandibû. Bi zorê hatibû zewicandin. Ji bo heman êşê nekişîne li çareyekê geriya bû û çare di beşdariya li nava refên YPJ'ê de dîtibû. Weke şervaneke azadiyê di nava refên YPJ'ê de cih girt. Ji bo azadiya welat, gel û jinên welatê xwe şer kir, di vê rê de weke şehîd ket û navê xwe li dîroka me nivîsand ku ti carî jê neçe.

YEKÎNEYA YEKEMÎN A JINAN: YEKÎNEYA ŞEHÎD RÛKEN

Yekemîn yekîneya jinan yekîneya Şehîd Rûken e, li herêma Şêrewa ya navbea Efrîn û Helebê de ye. Dema em çûn serdana wan, êrîşa çeteyan dewam dikir. Fermandara yekîneyê Zozan Denîz e. Li gorî agahiyên Fermandar Denîz da, ev 25 roj in bênavber pevçûn dewam dikin. Dibêje ji ber taktîk û pergala şer a komên li dijî wan nîne, yekser êrîş dikin, gelek windahiyan didin û neçar dimînin xwe vekişînin.

Li gorî Zozan Denîz ya pêşeroj û rêveçûna şoreşa Rojava diyar dike, jin e. Eger pêşengiya jinê nebûya, jinan piştgirî nedabûna, dibe ku şoreş ewçend bi pêş ve neçûbûya.

Em sedema pêwistiya avakirina yekîneyên jinan dipirsin.

Wiha dibêje fermandar Denîz: Di nava civakê de bi taybetî jî di nava civaka Kurd de jin ji xwe bawer nînin. Civak jî ji jinê ne bawer e. Jin jî bi tena serê xwe nekarî li ser piyan bimîne. Diviyabû me ev rewş ji holê rakira. Di şer de jî heta ji destê me hat, me hewl da xweseriya xwe biparêzin. Rêbaza me ya şer yek e. Lê belê jin hîn bêtir bala xwe didin detay an. Mînak li vê qada em lê ne em hîn bêtir ji çeperên jin lê ne bi bawer in. Civak jî bi vî çavî lê dinêre. Berpirsyarî, hesasiyeta jinê di vî warî de baweriyê dide civakê. Baweriya zêde ya mêran carna rê li ber rehetî û sistiyê vedike, ev yek jî li hin cihan rê li ber windahiyan vedike. Li vê qada em niha lê ne, civata Şêrewa di destê YPJ'ê de ye. Li mewziyên herî girîn, hevalên jin hene.

Nêzîkatiya gelê Kurd ji yekîneyên jinan çawa ye?

Fermandar Zozan Denîz diyar dike ku pêwendî û destekeke taybet a malbatan ji yekîneyên jinan re hene û wiha dewam dike: Dema malbat dibihîzin zarokên wan ên beşdarî refên YPG'ê bûne çûne yekîneyên xweser, hîn bêtir kêfa wan tê. Dema em bi wesayît û alên xwe dikevin nava Efrînê, em rastî hezkirineke mezin a gel tên. Yên me dibînin radibin ser piyan, silavan didin me û dirûşman diqîrin. Ajokarên me jî jin in. Dibe ku ev yek ji bo gelek cihan asayî be. Lê bikaranîna wesayîtan bi xwe jî li Efrînê gelekî hat axivîn, heyecanek afirand. Gel dibîne ya wesayîtê bikar tîne jine, ya doçka bikar tîne jin e. Ev hemû bandorê li wan dike. Ev yek bandorê li beşdariya jinên ciwan dike. Beriya 25 rojan li van mewziyan şer rû da û 3 hevalên me şehîd ketin. Piştî vî şerî, beşdariya jinan zêde bû.

Dema mirov îro li şoreşa Rojava dinêhirin, di heman demê de mirov dibînin ku şoreşeke jinê ye. Gelo jin nebûya, dê çi yê şoreşa Rojava kêm bima? Fermandar Denîz feydeya jinê ya li vê şoreşê wiha tîne ziman: Eger jin nebûya, perçeyekî girîng ê vê şoreşê dê nebûya. Ya ku pêşeroj û rêveçûna şoreşê diyar dike, jin e. Eger pêşengiya jinê, piştgiriya jinê nebûya, dê ev şoreş ewçend bi pêşve neçûya. Li merasîman, meclîsan, akademiyan, yekîneyên parastinê, li her qadê pêşengî ya jinan e. Beşdariya jinan li vê şoreşê çiqasî xurt be, dê şoreş ewçend xurt be. Em hewl didin li gorî şert û mercên wan jinan beşdarî her qadên şoreşê dikin. Eger nikaribe beşdarî pergala parastinê bibe, dikare beşdarî meclîsê bibe. Gelek navgîn hene. Mînak; dema me li çeperan li ber xwe didan, dayikan xwarin çê kiribûn û bi kîlometreyan meşiyan û hatin cem me. Ev jî gelekî girîng e. Li vê derê niha dîrokeke tê nivîsandin û jin bi her rengî di nava vê dîrokê de cih digirin. Fedekariyeke mezin tê nîşandan. Hin malbat 5 zarokên xwe yên keç dişînin nava refên YPJ'ê. Ev ji bo dayikekê fedekariyeke gelekî mezin e. Berpirsyariya vê gelekî mezin e. Ya em dibînin û dijîn gelekî giran e. Û berpirsyariya pêşeroja gelekî li ser milê me ye. 

Ji bo serketina şoreşa Rojava pêwistî niha bi çi heye?

Fermandar Zozan bi vî rengî dewam dike: Divê gel hîn bêtir zana bibe. Tevî piştgiriya xurt a ji bo şoreşê, rehetiyek jî li nava gel heye. Divê em vê biguherînin. Kêliya em dijîn, hebûn û nebûna Kurdayetiyê ye. Eger Rojava qezenç bike, tevahiya gelê Kurd wê qezenç bike. Divê ev gelekî baş were fêmkirin. Ji ber vê yekê, ne tenê ji Rojava divê ji perçeyên din jî beşdariyeke xurt çê bibe. Pêwîste li Bakur ciwanên Kurd tev li refên YPG'ê bibin. Divê gel bi meş, mîtîngên girseyî piştgiriyê bide. Pêwistiya Rojava bi piştgiriya gelê Bakur gelekî heye. Gel ji fedekariyê re amade ye. Bi mehan e gel li Rojava bê elektrîk e. Dema elektrîk nebe, pirsgirêka avê tê jiyîn. Efrîn di warê cografîk de di nava dorpêçê de ye. Nêzî meheke gel nan nedîtiye. Ji ber vê yekê, piştgiriyek ji derve were, ji bo gel gelekî girîng e. Tevî vê yekê, piştevaniya navbera jinan pir girîng e. Divê dayikên li Bakur piştgiriyê bidin dayikên li vê derê. Pêwîste ya mirovên li vir dijî, ji rojeva cîhanê re bê ragihandin. Pêwîste jinên li Bakur nîşan bidin ku ew li cem jinên li Rojava ne.

Yek ji şervana YPJ'ê ya bi navê Sarîna Efrîn jî herî dawî vê nuqteyê destnîşan dike: Ez dixwazim ji mirovên direvin û Rojava digerikînin re tiştekî bêjim. Şer nebaş e, qirêj e, zor e. Rast e. Lê kes naxwaze belasebeb bimire. Lê li Rojava rewş ne wiha ye! Ti sedemeke revê, sedemeke çûyînê nîne. Bi taybetî jî ez fêm nakim çima mêrên ciwan direvin. Çawa çê dibe ku mirov welatê xwe li dû xwe bihêlin û birevin? Mêrên ciwan direvin. Mêraniya we li ku ma? Ma mirov welatê xwe dihêlin û direvin?

Notek ji bo xwendevanan: Sernavê vê nûçeyê "Temînata şoreşa Rojava: YEKÎNEYÊN JIN" gotina fermandarekî mêr ê YPG'ê ye. Di hevpeyvîneke li gel me de gotibû, "Yekîneyên jinan, bi rewşa xwe ya heyî re temînata me û şoreşa me ne."