Tekvandobaza Îranî Alîzadeh rejîm rexne kir

Tekvandobaz Kîmîa Alîzadeh ku weke jina xwedî madalyona yekem a olîmpîkê ya Îranê tê naskirin welat terikand û bi tundî rejîm rexne kir.

Kîmîa Alîzadeh sala 2016’an li Rîoyê di lîstokên olîmpiyatê de madalyaya tunc (Bronz) qezenç kirîbû, piştî xistina balafira Ukranya ku 176 kes tê de mirîbûn li ser hesabê xwe yê Înstagramê peyamek weşand û got; “Ez bêjim rojên xweş, an oxir be, yan jî sersaxiyê bixwazim?”

Alîzadeh wiha domand; “Yek ji mîlyonan jinên li Îranê bindest im. Çi ji min xwestin min kir. Dema fermana mijarên ji min re gotin min dûbare kir. Yek ji me jî ne di xema wan de ne. Em ji bo wan amûrek in.”

Tekvandobaz Alîzadeh ya 21 salî nerazîbûn nîşanî sîstema siyasî ya li welat ya “Durûtî”, “derew” û “bêedaletî” kir û got tu kesî ew venexwendiye Ewropayê û diyar nekir ku li kîjan welatî ye.

Alîzadeh got ew li kû be wê weke zarokeke ya Îranê bimîne.

Ajansa nûçeyan a Îsna bi sernavê “Ji bo tekvandobaza Îranê şok: Kîmîa Alîzadeh koçî Holldanayê bû” nûçeyek weşand.