'Têkoşîn ji bo me jiyanî ye'

Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Nadiye Gurbuz bal kişand ser tundiya li jinê û got, "Li gel tundiya polîs-dewletê jin ti carî bêdeng nebûn. Ev têkoşîn ji bo me di asta jiyanî de girîng e."

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nadiye Gurguz komkujiyên jinan û êrişên li dijî saziyên jinan ên di dema şewbê de hatin kirin ji ANF'ê re nirxand.

Gurbuz bal kişand ser qanûna înfazê ya desthilatdariyê û diyar kir ku desthilatdarî dixwaze krîza şewbê ji bo xwe bike firsendek.

Gurbuz bi bîr xist, jin demeke dirêj e li Kurdistanê, Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê di nava liv û tevgerê de ne, bi daxwaza azadî û wekheviyê têdikoşin û got, "Rejîmên rastgir, faşîst û nîjadperest û mêrên desthilatdar bi taybetî êrişî daxwazên me yên ji bo wekeviyê û azadiya jinan dikin. Niha jî hewl didin mafên me hemûyan ji holê rabikin ên ku me bi dest xistine.

Hewldan ku pêvajoya şewbê jî ji bo xwe bikin firsendek. Ev yek bi taybetî li Tirkiyeyê bi rengekî eşkere derdikeve pêşiya me. Qanûneke înfazê hate derxistin, qanûneke newekhev bû. Qanûneke ku kesên tundî li jinan kirin, kesên ku dest dirêjî jinan kirin berda. Piştî ku ev qanûn kete meriyetê tundî li gelek jinan bû. Jinên ku di dema şewbê de li malê hatin asê kirin, bûn mexdûrê tundî û komkujiyan. Cihê ku herî zêde tundî lê hate kirin mixabin mal in. Yanî malên wan ew deverên ji bo jinan qet ne ewle ne. Bi qanûna înfazê re hewl dan îstîsmarkarên zarokan mafdar nîşan bidin. Li ser nerazîbûna me hate taloqkirin, lê belê ev qanûn ji nû ve xistin rojevê."

'EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'

Gurbuz bal kişand ser êrişên li dijî Komeleya Jinan a Roza, TJA û saziyên jinan ên partiya wan û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser hevalên me yên jin ên hatin destgîrkirin û girtin, dibînin ku ew hevalê me bi salan e di nava têkoşînê de ne. Komeleya Jinan a Roza komeleyeke jinan e ku bi rengekî qanûnî hatiye avakirin. Hevalên me yên jin ên TJA'yî û yên li Komeleya Jinan a Roza dixebitin, bi salan e di nava têkoşîna jinê de ne. Balkêş e ku demeke kurt heman piştî çalakiyeke li Amedê ya li dijî qanûna îstîsmarê hatin girtin.

Tişta ku ev dewlet her tim dike ew e ku krîmînalîze dike û hewl dide atmosfereke cuda biafirîne. Mîna, hevalên me yên mêr hene ku hatine girtin. Bi gotina, 'endamên veşartî yên komeleyê ne' û ew girtin. Di vir de jî aqlekî mêr heye. Hewl didin vê bêjin; jin nikarin xwe bi rê ve bibin, fikrê jinê nikare hilberîne, li pişt vê mêr heye.

Lê belê gelek tişt hene ku pê nizanin, nabînin. Em heta niha gelek caran hatin destgîrkirin, hatin girtin, bûn hedefa tundiya polîs-dewletê. Lê belê tevî vê yekê jî jin ti carî bêdeng nebûn. Ev têkoşîn ji bo me jiyanî ye. Jin dixwazin bi rengekî azad û wekhev bijîn. Rewş ewqasî zelal û li pêş çavan e. Nepêkane ku ji ber van zextan em dest ji têkoşînê berdin."

XWEKUŞTINA JINAN A BI RENGEKÎ GUMANBAR

Gurbuz bal kişand ser xweşkuştina jinan a bi rengekî gumanbar û got, "Ji bo tundiya mêr an jî komkujiyê 'hincet' gelek in. Dewlet timî guh dide van 'hincet'an. Di gelek dozan heta heta niha ev rewş derket pêşiya me. Dema dawî di bin navê xwekuştina jinê de gelek bûyerên kuştina jinê derketin pêşiya me. Hema bêjin hemû gumbar in. Dibe ku wan jî xwe kuştibin, lê belê li pişt wê jî zext û tundiya mêr heye.

Ne tiştekî hêsan e ku mirov xwe bikuje. Her wiha ew jin hene ku hatine windakirin, dozên wan hatine girtin û nayê xwestin ku bên dîtin. Gulistan Dokû yek ji wan e, hîn nehatiye dîtin, hîn kes li holê nîne. Kiryar bi zanebûn tên parastin. Di pêşnûme ya me de ku me pêşkêşî parlamentê kirin, destûr nedan ku navê kiryaran jî bê bilêvkirin."

'JI BO YEK JI ME KÊM NEBE...'

Nadiye Gurbuz diyar kir ku piştî windabûna Gulistan Dokû wan careke din siyaseta mêtingeiryê ya polîs-leşkeran a li Kurdistanê dîtine û destnîşan kir ku ji bo careke din yek ji wan kêm nebe wê têbikoşin.