Tecrîd li Stavrapolê hate şermezarkirin

Kurdên li Stavrapolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, çalakiyek pêk anîn.

Kurdên li navçeya Novoaleksandrovskî ya navçeya Stavrapol a Federasyona Rûsyayê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî hate dayin û çalakgerên ketine rojiya mirinê hatin silavkirin.

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî Huseyîn Ahmedov daxuyanî da û diyar kir, dewleta Tirk ji bo îradeya gelê Kurd têk bibe, bi şîdetê tevdigere.

Di daxuyaniyê de êrîşên polîsên dewleta Tirk ên li dijî dayikan hatin bibîrxistin û hate gotin, "Dinya li pêşberî êrîşên li dijî dayikên me bêdeng e. Li dijî sîstema ku Kurdan û îradeya wan înkar dike, berxwedaneke hîn radîkal dest pê kiriye. Rojiya mirinê ya li zindanên Tirkiyeyê û grevên birçîbûnê yên li welêt û derveyî welêt nîşan didin ku têkoşîn wê bi biryardarî bidome."

Di serî de Rûsya bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk bi berpirsyarî tevbigerin.