Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gundê Mîçûrînsk ê bajarê Tambovê yê Rûsyayê hate şermezarkirin.

Jinên Kurd ên li bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi navê Meclîsa Jinê Fatma Kasimova û Fatma Avselamova axivîn. Qisekeran diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan êdî gelekî giran bûye, bi rengekî bêsînor didome û xwestin destûr ji malbatê û parêzeran re bê dayin ku karibin tavilê Ocalan bibînin.

Çalakgeran her wiha diyar kirin ku polîtîkaya şîdet û komkujiyê ya dewleta Tirk wê ti carî bi ser nekeve.

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.