Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Komara Adigeyê ya Rûsyayê hate protestokirin.

Jinên Kurd ên li Komara Adigeyê ya ser bi herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Endama Tevgera Jinên Kurd Sînem Broyeva li qada çalakiyê axivî û got, "Em, helwesta li derveyî mirovahiyê ya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û em ê vê rewşê ti carî qebûl nekin. Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin wê çalakiyên me bidomin."

'GELÊ KURD NATIRSE, NAXAPE

Broyeva işaret bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir û got, divê Kurd teqez biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.

Broyeva got, "Dewleta Tirk a faşîst û serçete Erdogan dixwazin bi dek û dolaban, bi komkujî û şîdetê gelê me bitirsîne" û wiha dewam kir: "Gelê Kurd ne ditirse, ne jî dixape. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê têbikoşin. Têkoşîna me wê heta azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bidome. Bila çeteya Bahçelî û Erdogan baş zanin ku gelê Kurd wê bi derew, dek û dolabên wan nexape."

'EM Ê JIYANA BÊ RÊBERTÎ QEBÛL NEKIN'

Broyeva her wiha got, "Çeteya Erdogan wê hesabê kiryarên xwe yên li Kobanê, Efrîn û gelemperiya Kurdistanê yek bi yek bide. Weke jinên Kurd ên li Adigeyê, em careke din dibêjin ku heta azadiya Rêberê xwe em ê têbikoşin. Em ê jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin û ji bo azadiya wî her tim li ser piyan bin."