TAJÊ li ser 8’ê Adarê ji bo jinên Êzidî û Ereb semînerek da

TAJÊ bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinên Êzidî û Ereb semînerek lidar xist. Di semînerê de ev hate gotin: “8’ê Adara îsal ji bo jinên Êzidî û jinên Ereb, roja berxwedan, têkoşînê û her wiha roja hesap xwestina kujerên hemû jina ye.”

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hiço semînerek pêk anî. Di semînerê de jinên Êzidî û Ereb amade bûn.

Riham Hiço di semînerê de 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd, Ereb û jinên têkoşer ên cihanê pîroz kir.

Riham Hiço bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê û wiha got: ”Ev roj ji bo hemû jinên ji bo azadiya xwe tevdigerin roja têkoşînê û berxwedaniyê ye. Jinên têkoşer bi boneya vê rojê û ji bo mafên xwe dest bînin gelek bedîl dan. Ger ku em îro 8’ê Adarê roja jinên kedkar pîroz dikin bi saya têkoşîna wan jina ye.”

Hiço diyar kir ku jina Êzidî û jina Ereb, di fermana 73’an de bi destê çetên DAÎŞ’ê gelek êş kişandin û gelek bedêl dan. Hiço got: “Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de herî zêde jina Êzidî û gelek jinên Ereb bûn qûrbana wê fermana reş ku dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin.”

Riham Hiço wiha domand: “Cara yekemîn ku me li Şengalê 8’ê Adarê pîroz kir, kesê nedizanî 8’ê Adarê çiye. Lê belê ev 6 sal e jinên Êzidî bûne xwedî îrade û ji bo mafên xwe têkoşîn dikin. 8’ê Adara îsal ji bo jinên Êzidî û jinên Ereb, roja berxwedan, têkoşînê û her wiha roja hesap xwestina kujerên hemû jinan û kujerên çeteyên DAIŞ’ê ye.”