TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr daxwuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ şehîdên komkujiyê bîr anî û komkujî şermezar kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr daxwuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ şehîdên komkujiyê bîr anî û komkujî şermezar kir.
Sala 2007’an li Nehiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê çar teqîn li pey hev çêbûn. Di van teqînên ku weke destpêka fermana 2014’an tên nirxandin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Duh 13’yemîn salvegara komkujiyê bû. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye;
“Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) di şexsê şehîdên 74 fermanan de, şehîdên komkujiya Sîba Şêx Xidir bibîrtînin. Di sala 2007’an de, dîsa bi destê kesên xwefiroş û xiyanetê gundên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr hatin hedefgirtin. Di encamê de 14.08 2007’an 2 teqînên mezin pêk hatin. Nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan û 700 kes bi giranî birindar bûn. Ev zêdeyî 10 sale li ser bûyerê re derbas bûne, lê mixabin berpirsiyarê van teqînan heta roja me ya îro nediyarin. Heta roja me ya îro hesab ji nehatiye dayin. Li ser vê esasê bi salvegera fermana 2007’an em Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî van êrîşên hovane şermezar dikin û fermana 2014’an wek berdewamiya komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir dinirxînin.
Dîrok ti car nayê jibîrkirin û hertim di nav hafizaya gelan de dimîne. Gelê me yê Êzîdî 74 ferman derbaskirine. Heya fermana 2014’an ti car ji kesên ku van fermana pêkanîne hesab nehatiye xwestin. Ev jî vê dide diyarkirin ku civaka Êzîdî tenê bi xwe rêxistinkirinê dikare xwe biparêzê û pêşî li fermanan bigire. Bi taybet jina Êzîdî di vê mijarî de xwedî rol, misyon û pêşeng e.
Li ser vê esasê em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin û soza ku me daye şehîdên 74 fermanan û şehîdên Tevgera Azadiye bi serkeftinê mîsoger bikin.”