TAJÊ: Em amade ne piştgiriyê bidin Efrînê

TAJÊ hewldanên dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir û ragihand, ku ew amade ne piştgiriyê bidin gelê Efrînê.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê û tevlîbûna şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li nava Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina Reqayê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniye da hate gotin; "Bi felsefa Rêber APO û pêşengiya jinê, gelên herêmê gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin."

Daxuyaniyê wiha dest pê kir: "Em tevgera azadîxwaz di demên dirokî de ne. Di vê demê de ji her wextê bêhtir pêwîstî bi têkoşîn û berxwedanê heye. Roj bi roj em nêzî azadiyê dibin. Eger  azadiyek were vê cîhanê ev ê bi felsefeya Rêber APO û bi pêşengiya jinê, bi gel  re, gav bi gav pêk were. Weke tê zanîn, ev bû çend sal li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kiriye. Gelê me yê li Rojava ji bo vê roja dîrokî bijî bedelên pir giran daye. Li ku derê têkoşîn û berxwedan hebe, li wir azadî jî heye."

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DIXWESTIN KU BI FERMANÊ DAWÎ LI ÇANDA ÊZÎDIYAN BÎNIN'

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên heyî û wiha dewam kir: 3'ê Tebaxa 2014'an fermaneke giran li me civaka Êzidî rabû. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin ku bi vê fermanê çanda Êzîdiyan tine bikin. Di vê fermanê de bi hezaran jin û keçên ciwan dîl ketin destê wan hovan û gelek ji wan hatin kuştin. Ji bo ku bi saxî nekevin dest wan gelekan ji wan xwe di zinaran de avêtin û dawî li jiyan xwe anîn. Lê îro jî êrîşên pir dijwar li ser kantona Efrînê hene. Em vê yeke ji fermanê qut nabînin, ji ber ku ev bi salan e civaka me yê Êzîdî li Efrînê dijî. Ji ber ku êrîşên niha li ser Efrînê, dîsa bi hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê têne kirin. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) van êrîşên li ser civaka me ya Efrînê şermezar dikin, çi dem û gava  ku were xwestin em amade ne ku piştgiriyê bidine wan. Em berxwedana wan silav dikin, bi taybetî jî ew meşa girseyî ya ku duh li dar xistibûn pîroz dibînin. Em Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî bang li gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dikin ku piştgiriya Efrînê bikin û xwedî lê derkevin."

'TEVLÊBÛNA YJŞ'Ê YA LI CENGA MEZIN TOLHILDANA JINÊ YE'

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di daxuyaniya xwe de behsa girîngiya tevlîbûna Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li pêngava Cenga Mezin kir û wiha pêde çû: "Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, li Raqa pêngava Cenga Mezin ku ev demek e destpê kiriye pîroz dikin. Li ser esasê jinên êsir yên Êzidî û hwd.  werin rizgar kirin, tevlêbûna Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ya li vê pêngavê girîng e. YJŞ di vî alî de mafdar e, ji ber dema ku ferman çêbû bi hezaran jin û keçên Êzidî birin wir û çeteyên DAIŞ’ê li wir , bi her awayî xirabî li wan jinan kirin. Ji bo tolhildana wan Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ ) berê xwe dane Raqa, ji bo tevlî pêngava Cenga Mezin bibin. Li Reqa ne tenê jinên Êzidî êsîr in, ji neteweyên din jî gelek jin hene. Tevlêbûna Yekîneyên Jinên Şengalê ya li pêngava Cenga Mezin ruhê enternasyonal ê YJŞ’ê dide nîşan. Yekîneyên Jİnên Şengalê hêza parasitana hemû jin û hemû gelan e. Em jî tevlêbûna  wan a li pêngava Cenga Mezin pîroz dibînin. Û em dizanin ku li ku derê pêwistî bi têkoşîna azadiyê jinê hebe YJŞ wê xwe bigihîne wir. Li ser vê bingihê berxwedana YJŞ'ê û YPJ'ê Hêzên QSD'ê ku niha li Raqa di çeperan de bi hev re têdikoşin, em silav û pîroz dikin."

BANGA XURTKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

TAJÊ di dawiya daxuyaniya xwe banga xurtkirina yekêtiya neteweyî kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

"Em bang li hemû civaka xwe ya Êzîdî dikin ku vegere ser axa xwe û yekîtiya xwe xurt bike. Ji ber ku li ku derê yekitî çêbûbe li wir serketin misoger dibe. Bi teybetî hemû gelê me yê aştîxwaz, ji bo ku yekîtiya neteweyî bi ser bikeve divê destê xwe bidin hev û em bi hev re parastina nirxên gelan bikin."