Strana şervanên fedaî li çiyayan olan dide

Gerîlaya YJA-Starê Bêrîtan Botan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê nirxand û got, ''Em soz didin ku 2020'an li ser xaka Kurdistanê dijmin têk bibin''.

Gerîlaya YJA-Starê Bêrîtan Botan ku di operasyona şoreşger de ya ku bi pêngava Cenga Heftanînê 23'yê Tebaxê li dijî êrîşên dewleta Tirk dest pê kirî, çalakiyên karîger kirî, şer nirxand. Gerîlaya YJA-Starê Bêrîtan Botan got li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk li ser van xakan wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û têkilî sala 2020'an got, ''Em son dixwin ku 2020'an bi rihekî fedaî dijmin li ser xaka Kurdistnaê têk bibin.''

Derbarê pêngava Cenga Heftanînê Botan got, ''Ji dema ku êrîşên dagirker ser Heftanînê destpêkirine û vir ve bi çalakiyên bi rihekî fedayî bi ser dijmin de em çûne. Dijmin dema ku berê xwe dayî qada Heftanînê bi teknîkê baweriya xwe anî û jê weye ku wê me têk bibe. Kete fikra ku em ê dev ji mewziyên xwe biqerin. Hemû planên ku hatine kirin, hemû êrîş ji hêla hevalên me ve hatine şikandin. Ji ber ku gerîlayên Heftanînê hêza xwe ji rihê Şehîd Viyan Soran distînin.

Dijmin bi van êrîşên xwe dixwaze gelê me yê Başûrê Kurdistanê û berhemandariya vir bike bin kontrola xwe. Em ê destûra vê nedin ji ber ku xwedanê van xakan em in. Bi Cenga Heftanînê re hevalên me bi ser mewziyên dijmin  de çûn û gelek çalakiyên karîger kirin. Bi taybetî jî, bi hêrsa me ya li dijî kuştina zarokên Kurdan em bi ser dijmin de çûn. Em ê tola zarokên Kurd ku tiyYê azadiyê ne, tola kenê wan ê nîvco û hevalên şehîd bistînin. Em ê tola hevalên xwe Berfîn, Rûbat, Baharîn, Alî, Bêrîtan û Çekdaran ku di vê pêvajoya pêngavê de şehîd bûne, bihilînin.''

‘JI LEŞKERÊN TC’Ê WÊDETIR EM BI ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê RE ŞER DIKIN’

Gerîla Botan bal kişand ser wê ku li herêma Heftenînê ji artêşa Tirk wêdetir şerê çeteyên DAÎŞ’ê dikin  ku dewleta Tirk anîn herêmê û wiha got; “Dewleta Tirk a faşîst bi karanîna çeteyên DAÎŞ’ê jê weye ku wê milîtanên PKK’ê tine bike. Niha di şerê herêma Heftanînê de em ji leşkerên TC’ê wêdetir bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer dikin. Dewleta Tirk ji şer ditirse ji ber wê çeteyên DAÎŞ’ê tîne  çiyayên Kurdistanê. Dixwazin bila bi teknîkê yan jî bi çeteyên DAÎŞ’ê werin em ê wan têk bibin. Hemû cîhanê hêza PKK’ê dît û nas kir. Tevgera PKK’ê tevgereke  wiha ye ku ji bo azadiya gelan şer dike. Tevgereke ku bi felsefeya Rêbertî tevdigere. Ji ber wê dewleta Tirk a faşîst çi dike bila bike li Heftanînê serketinê bidest nexe”
‘HEFTANÎN MESKENÊ BERXWEDANA BAHARÎN, BÊRÎTAN Û AMARAYAN E’

Botan têkildarî sala 2020’an ev tişt gotin; “Em gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê didin diyar kirin ku sala 2020’an  li herêma Heftanînê bi îdîayek mezin û biryardariyeke mezin şer bikin. Em ê bi ruhê şehîdên me yên qehreman derbasî sala nû bibin. Em soz didin ku em ê pêngava Cenga Heftanînê bihêztir bikin. Herêma Heftanînê meskenê şehîd Viyan Soran e. Divê gelê me vêya bizanibe, em mîlîtanên PKK’ê, em ê heta dawiya dilopa xwîna xwe bi ruhê fedayî şer bikin û dewleta Tirk a faşîst li vê xakê nedin jiyîn. Em gerîlayên YJA-Starê hay ji peywir û berpisyartiya xwe hene. Ev berpisyartî ji bo me rûmet e. Herêma Heftanînê xaka ku Sara pêlê kiriye û diyara Viyan Soran e. Herêma Heftanîn meskenê berxwedana qehreman Baharîn, Berîtanan, Berfînan û Amarayan e. Ji ber wê jî em diyar dikin ku bi îdîa, biryardarî û rûhekî mezin şer bikin.”