Spanyayê qanûnên li dijî destavêtinê tundtir kir: Tenê erê erê ye!
Hikumeta çep a Spanyayê, bi sûdwergirtina ji Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê, erka razîbûna eşkere ya di têkiliya zayendî de destnîşan kir.
Hikumeta çep a Spanyayê, bi sûdwergirtina ji Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê, erka razîbûna eşkere ya di têkiliya zayendî de destnîşan kir.
Spanyayê li dijî destavêtin û destdirêjiyê tedbîrek wergirt ku qanûnan hîn tund dike. Ev zagona ku hê jî li Ewropayê ne hevpar e, ji bo têkiliya zayendî erêkirina eşkere ferz dike. Bi vî awayî hikumeta çep bersiv da tecawiza komî ku welat matmayî kiribû.
Di metna bi sernavê "Tenê erê erê ye" de, bi awayekî fermî "qanûna tam misogerkirina azadiya zayendî" tê binavkirin.
Pêşnûme roja Pêncşemê bi 205 dengan li hember 104 dengan hat qebûlkirin. 3 wekîl jî dengê xwe bikar neanîn û bêalî man.
Ev metn di meha gulanê de bi awayê eslî li meclîsa jêrîn hatibû qebûlkirin. Lêbelê, Senatoyê di Tîrmehê de rêziknameyek nû lê zêde kir, ku pêdivî bi dengdanê çêbû.
Jineke 18 salî di sala 2016’an de di pîrozbahiyên li Bakurê welat de ji aliyê 5 kesan ve rastî tecawiza komî hat. Êrîşkaran destavêtin tomar kirin û di komên peyaman de pesnê xwe dan. Di sala 2018’an de ji bo êrîşkaran ne ji ber tecawizê, bi sûcê “îstîsmara zayendî” 9 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Ji aliyê din ve îstîsmara zayendî ji ber ku ne sûc hate hesibandin, cezayên kêmtir bi xwe re anî. Bi qanûna nû ev rewş ji holê hat rakirin. Di doza mijara gotinê de li seranserê Ewropayê bi deh hezaran jin daketin qadan û daxwaza qanûnên tund kirin.
Li hemberî van nerazîbûnan, Dadgeha Bilind a Spanyayê herî dawî bûyerên di Hezîrana 2019’an de qewimîn weke “tecawiza komên çete” bi nav kir û cezayê girtîgehê ji bo wan 15 sal zêde kir.
Hikûmeta Serokwezîrê Sosyalîst Pedro Sanchez jî dema ku di Hezîrana 2018’an de hat ser desthilatdariyê soz dabû ku qanûnek li ser razîbûna eşkere derxîne.
Ev qanûn jî hê bêtir girîngiyê dide perwerdehiya zeyendî û tezmînata qurbaniyên şîdeta zayendî zêde dike.
Hikûmetê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Konseya Ewropayê di mijara erêkirinê de ji Peymana Stenbolê ya di sala 2011'an de hatibû qebûlkirin, îlham girtiye.
Têgeha razîbûna eşkere hîn jî li Ewropayê di astek kêm de ye. Li gorî lêkolîneke ku di dawiya sala 2020’an de ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hatiye kirin, ji 31 welatên lêkolînkirî ku di nav wan de Belçîka, Danîmarka, Swêd û Qraliyeta Yekbûyî jî heyî, li 12 welatan tecawizê wekî nebûna razîbûnê pênase dikin.