SMJÊ: Berxwedana Kobanê bersiva li fermana Şengalê bû

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Roja Kobanê a Cîhanê pîroz kir û got, "Berxwedana Kobanê bersiva li fermana Şengalê û xwedîdeketina li jinên Êzidî bû.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ya Ewropayê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê şehîdên berxwedana Kobanê de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku bi wesîleya rojê, li gelemperiya cîhanê gelê Kurd û dostên wan ji bo silavkirina berxwedana dîrokî dadikevin kolanan û hat gotin, "Weke Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî yên Ewropayê, em vê rojê weke roja xwedîderketina li nirxên mirovahiyê dibînin. Bi taybetî ji bo civaka Êzidî weke salvegera roja ji nû ve vejînê ya Şengalê dinirxînin."

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî fermana 73'an a li Şengalê li ser civaka Êzidî rabû bibîr xist û wiha dewam kir: "Berxwedana Kobanê bersiva li fermana Şengalê û xwedîderketina li jinên Êzidî bû. Çeteyên DAIŞ'ê yên ferman li Şengalê rakirin, xwestin heman tiştî li Kobanê dubare bikin. Lê li vir rastî bexwedana jinê hatin... Sala 2014'an ji bo gelê Kurd ne tenê sala rûdana fermanê bû. Di heman demê de sala destpêkirina ji nû ve xurtkirina têkoşîna azadiyê bû."

SMJÊ bibîr xist ku 2 sal di ser qirkriina Şengalê û êrîşa li dijî Kobanê re derbas bûn, lê hê jî çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê bi hovane êrîşên xwe didomînin û got, "Jinên Kurd êdî bi rêxistinbûna xwe, bi bawerî û parastina xwe, j bo avakirina jiyaneke azad li ser hîmê pîvanên konfederalîzma demokratîk, li dijî dagirkeran têdikoşin."
 
Di dawiya daxuyaniyê de bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ji bo parastina nirxên mirovahiyê, di asta gerdûnî de banga têkoşîna hevpar hat kirin.