SKB ji bo piştgiriya bi gel û jinên Kurd bang kir

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Qendîlê banga piştgiriya bi gel û jinên Kurd re kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mêtingeriya Tirk bi piştgiriya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya hevkarê xwe, bi bombardûmanê şerê xwe didomîne û hate gotin, "Li Tirkiyeyê jî bi polîtîkaya êrişê ya li dijî sazî û kesayetên Kurd, konsepta şer a bi plan dixe dewrê.

Hewldana ji bo astengkirina meşa demokrasiyê ya HDP'ê, betalkirina wekîltiya Leyla Guven û êrişên zayendperestî yên li dijî Başak Demîrtaş ên bi rêya medya civakî, amûrên şer in.

Bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst em polîtîkayên tunekirinê, zayendîperest, nîjadperest û dijminane yên li dijî gelê Kurd şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li dijî êrişên tên kirin, dem ew dem e ku li gel gelê Kurd berxwedanê xurt bikin û piştevaniyê mezin bikin.

Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li dijî polîtîkayên şer ên nîjadperestî li her cihî berxwedan û têkoşînê xurt bikin.