SKB: Azadiya jinên Şengalê azadiya me ye

SKB: Çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê her cureyê tundiyê li ser jinên neteweyên cûda kiriye û bi taybet jinên Êzidî bûne hedef.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) têkildarî slavgera êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Hê jî êrîşên li ser jinên Êzidî didome. Li Efrînê bi dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst re bi sedan jinên Êzidî hatin revandin û destdirêjî li wan hate kirin.”

Daxuyaniya SKB’ê wiha didome; “Li Şengalê bi êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAÎŞ’ê xwestin qira civaka Êzidî bînin. Ev êrîş weke fermana 73’an kete dîrokê. Pêşmergeyên PDK’ê roja 3’ê Tebaxê bêyî agahî bidin paş ve vekişiyan û gel bê parastin hiştin û bû sedemê komkujiyekî wiha pêk were.

Çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî jinên netewên cuda her cureyê tundiyê pêk anîn û bi taybet jinên Êzidî bûn hedef. Herî kêm 5 hezar jin û zarok ji ber zilma DAÎŞ’ê li bazaran weke kole hatin firotin. Îro hê jî jinên Şengalê dibin zilma DAÎŞ’ê de ne û li benda rizgarbûyînê ne.

Hê jî êrîşên li dijî jinên Êzidî didomin. Li Efrînê bi dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst re bi sedan jinên Êzidî hatin revandin û destdirêjî li wan hate kirin. Dîktatoriya yek zilamtiyê bi kevneşopiya talanker a Osmaniyan zilmê li ser gelê me û jinan pêk tîne. Duh serfermandarê DAÎŞ’ê Erdogan çawa ku di komkujiya li Şengalê de berpisyare îro jî li Efrînê ji talan û dagikeriyê berpisyare.

Îro li Başûrê Kurdistanê bi êrîşên  dagirkeriyê re ku jinên Kurd pê re rû bi rû dimînin, eynî taloke ye. Divê em destûr nedin hewldanên dagirkeriyê.

Li dijî komkujî, zilm, destdirêjî û zilma li bazarên koleyan ên jinên Şengalê jiyan kirî divê weke jinên cîhanê em piştevaniya wan bikin û têbikoşin. Êşên ku wan kişandî tenê bi têkoşinê em dikarin derbas bikin.

Li dijî tundî û komkujiyên desthiltdariya zaliman derkevin kolaan êşa jinên Şengalî parve bikin û têkoşînê geştir bikin.”