'Siyaset ne tenê şerê hêzê yê mêran e'
Koalîsyona Jinê di daxuyaniya xwe ya li ser lîsteyên namzetên partiyên siyasî de destnîşan kir ku ew ê li cem yên hebûna wekhev a jinê nas dikin cih bigirin û mil bi mil li gel wan têbikoş in.

Koalîsyona Jinê, li ser lîsteyên namzetên partiyên siyasî, di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yên ku her behsa demokrasiyê dikin, bibîn ku di vî welatê veguheriyeke cihê jinên mirî, para we heye. Em jin, ne qurbanên li benda rizgariyê ne. Em xwe birêxistin dikin, xurt dibin û li ber xwe didin. Em ê ji derdorên jiyan li me herimandine, bi rêya demokratîk hesap bipirsin." Koalîsyona Jinê da xuyakirin ku ew ê li cem yên di têkoşîna wekheviyê de deng û gotina jinê bilind dikin, cih bigirin û destnîşan kir ku ew ê ji niha û pê ve ti carî dengê xwe nedin partiyeke ku wekheviya jin û mêr ji xwe re neke armanca sereke.
KOALÎSYONA JINÊ: EM HENE, EM LI VIR IN
Di dewama daxuyaniya Koalîsyona Jinê de hat gotin, "Yên femînîst û rêxistinên jinan ên mûxalîf hedef digirin, wan li derve dihêlin, dengekî me ji bo we nîne. Yên azadiya rêxistinûyîn û ramanê, mafê xwepêşandanê asteng dikin, yên ku destekê didin qanûna ewlekariya hundir a ewlekariya me ji wijdanê polîs re dihêlin, berê xwe bidin aliyekî din. Partiyên ji bo temsîliyeta wekhev tênakoşin û ji bo rakirina benda hilbijartinê tiştekî nakin, ne em ji wan bawer dikin ne jî em deng didin wan. Bila partiyên siyasî êdî bes mîna xwediyê welatê me, xwedî jiyana me tevbigerin. Siyaset ne tenê şerê hêzê yê mêran e. Em hene. Em li vir in. Em ê nehêlin hûn ne me derxînin derveyî siyasetê, ne jî derveyî jiyanê. Em li cem yên hebûna wekhev a jinê nas dikin cih digirin û em ê mil bi mil li gel wan têbikoş in."