Sîncar tê oxirkirin

Sîncar tê oxirkirin

Cenazeyê Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê Nazliye Sîncar ku li ser rêya mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve li pêş çavê zêdeyî 30 polîsan hat kuştin, îro ji aliyê jinan ve tê veşartin.

Jinan cenazeyê Sîncar anîn Mizgefta Navendî ya Kanarya'yê. Di merasîmê de li gel endamên Meclîsa Jinê BDP'ê, Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, Serokê Şaxê ÎHD'ê Umît Efe, jinên ji SKM, Meclîsa Jinê ya HDK'ê, EHP û EMEP'ê jî amade ne.

Di merasîmê de dowîz û pankartên bi nivîsa "Em nalet li fîşeka li aştiyê û jinan dikeve, dikin" hatin hilgirtin. 

Keça Sîncar Halîme Nal li merasîmê nekarî biaxive û bi tenê got, "Wê bi tena serê xwe em xwedî û mezin kir. Ev yek heq nedikir."

Piştî nimêja cenaze, wê cenazeyê Sîncar destpêkê bibin mala wê û dûre ji aliyê jinan ve bê veşartin.

2 ZAROKÊN WÊ JI DOZA 'KCK'Ê GIRTÎ NE

Nazliye Sîncar a 64 salî dayika 11 zarokan bû. Sîncar di nava 15 salên dawî de jî bi awayekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de girt.

Ji zarokên Sîncar Osman (22) û Ferhat (20) ji doza 'KCK'ê bi awayekî girtî tên darizandin. Sîncar li gel karê xwe yê li Meclîsa Jinan a BDP'ê, tev li xebatên TUAD'ê jî dibû û her hefte diçû girtîgehê ji bo dîtina zarokên xwe.