'Şeş Roj'ên sê jinên têkoşer
'Şeş Roj'ên sê jinên têkoşer
'Şeş Roj'ên sê jinên têkoşer
Li Swêdê, parêzvana mafên mirovan a saziya bi navê "Ji jinê ber bi jinê" ji bo balê bikşîne ser şertên jiyanê yên jinan û zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin, dokûmanterek li ser xebat û jiyana sê jinên têkoşer ên ji Lîberya, Abazya û Başûrê Kurdistanê da amadekirin.
Dokûmantera bi navê "Şeş Roj" xebat û jiyana şeş rojên Nelly Cooper a ji Lîberya, Maîa Kvaratskhelîa ji Abazya û Lanja Abdulla a ji Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Aliyê hevpar ê sê jinên parêzvanên mafên mirovan ên ji sê welatên cuda; şer, gefên mirinê û di nîvê şevê de terikandina malên xwe ye. Her sê jin, ji bo pêçandina birînên şer li welatên xwe, bi destxistina mafên wekhev ên jinan û li dijî peşhikum û nirxên feodal, têdikoşin.
Nelly Coopert a ji Lîberyayê, zext û zehmetiyên jinên li bajarê Monrovîa lê rast tên anî rojevê û bi nîşandana rê û rêbazên têkoşîna li dijî pergala bi desthilatdariya mêr tê naskirin. Cooper diyar kir ku li welatê wan ya herî girîng pêçandina birînên şer e û got, "Di dema şer de gel dît ka mirovan çawa hevdu qetil kirin. Ji bo jiyana xwe bidomînin, bi hev re eleqedar nebûn. Divê edî dest ji vê rewşê were berdan û mirov bi hev re biaxivin."
Maîa Kvaratskhelîa li Abhazya ya lê darêzgeriya bavkaniyê lê serdest e, perwerdeya seksuel dide ciwanan û ji jinan re behsa tedbîrên parastina ji ducaniyê dike. Ji aliyê din ve jî li hemberî dijminahiya jinan û revandina keçan ku kevneşopiyeke bi bandor e, têdikoşe.
Tê gotin li Gurcîstan û Abazyayê revandina keçand, ji sala 2006'an û vir ve bi qanûnan weke sûc tê dîtin, lê belê ji ber ku qanûn di pratîkê de bicih nayên anîn, revandina keçan her dewam e. Keçên tên revandin neçar tên hiştin ku bi mêrên revandine re bizewicin.
Lanjya Abdulla ya ji Başûrê Kurdistanê jî, ji sala 2006'an û vir weke rojnamevan kar dike. Li gel karê xwe yê rojnamevaniyê, weke parêzvaneke mafên jinan li hemberî tundî û kuştinên ji ber tore û namûsê yên li Başûrê Kurdistanê têdikoşe.
Dokûmantera "Şeş Roj" (Six Days) ku beşeke wê li Youtube hat barkirin, dê "Rojên Mafên Mirovan" ên li Stockholmê di navbera 14-16'ê Mijdarê de li avahiya Mala Çandê werin lidarxistin, bê nîşandan.