Şervanên YPJ'ê di çapemeniya cîhanê de ne

Şervanên YPJ'ê di çapemeniya cîhanê de ne

Rojnameya Amarikan The Huffington Post, nûçeyek li ser Yekîneyên Parastina Jinê yên Rojavayê Kurdistanê (YPJ) weşand. Di nûçeya bi vîdeo de, perwerdeya şervanên jin a li akademiyeke YPJ'ê tê nîşandan û tê destnîşankirin ku jin radigihînin ku ji bo parastina xwe, gelê xwe û herêma xwe şer dikin. Berpirsyara perwerdeyê Rûken Îbrahîm got, "Em ne ji bo kuştin, ji bo parastina xwe, çekê hdildigirin."

Rojnameya Amerikan The Huffington Post, li ser perwerdeya şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) nûçeyeke bi dîmen weşand.

Di nûçeya bi sernavê "Yekîneya Jinê ya Kurd tevlî şerê li Sûriyê dibe" ya bi mora Felix Gaedtke û Gayatri Parameswaren de, rojeke akademiya perwerdeya leşkerî ya YPJ'ê tê vegotin.

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku YPJ yekane artêşbûyîna jinê ya li Sûriyê ye û tê gotin, "Armanca wan ew e ku li Sûriyeya parçebûyî ya piştî şer, mafên Kurdan ewle bikin."

Di nûçeyê de der heqê şervanên YPJ'yî û perwerdeya wan de weha tê gotin:

"Şervana YPJ'ê ya ji perwerdeyê berpirsyar Rûken Îbrahîm: Em niha li Sûriyê di pêvajoyeke gelekî zehmet û awarte de derbas dibin. Piştî demekê divê em êdî dest bi parastina xwe bikin. Ez li vê derê, wezîfeya xwe ya parastina herêm û gelê xwe bicih tînim."

"Rûken Îbrahîm a 21 salî, dema ku dibistana wê ji ber şer hat girtin, biryarê dide tevlî milîsan bibe. Artêşa Jinê ku di meha Nîsanê de ava bû, parçeyek ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye. Pêwendiya xwe bi PKK ya li Tirkiyê re heye. Li dû serîhildana li Sûriyê, milîsên Kurd kontrola ewlekariyê ya herêmên Kurdan xistin destê xwe."

"Rûken Îbrahîm: Ne ji bo kuştina mirovan, ji bo parastina xwe em çekê hildigirin. Em li her deverê, li her herêmê li dijî dijwariyê ne. Eger yek êrîşî we bike û hûn xwe neparêzin, ev ne rast e. Ji bo parastina xwe, neteweya xwe û gelê xwe, em çekê hildigirin."

"Kurd ji sedî 9'ê civaka Sûriyê pêk tîne. Bi salan rastî zexta rejîma Beşar Esad hatin. Kurd, hejîna rejîmê ji bo bidestxistina mafên xwe weke firsendekê dibînin."

"Rûken Îbrahîm: Li her welatî, her mirov dikarin bi zimanên xwe yên dayikê biaxivin, lê Esad axaftina me ya bi zimanê dayikê jî qedexe kir. Em bênasname hişt. Hemû mafên me yên sivîl, ji destê me girt. Her tim bi me da jiyîn, ku em ne mirovên vî welatî ne."

"Piştî perwerdeya serê sibê taştê dixwin û dûre li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerdeya teorîk dibînin. Ocalan ku weke afirînerê tevgera Kurd a li Tirkiyê tê qebûlkirin, bi sûcdariya "terorîzmê" li girtîgehê tê ragirtin. Ev jinên ciwan, hînî nêrînên Ocalan ên mafên jinan û wekheviya zayendî diparêze dibin û dibin şopdarên wî."

"Rûken Îbrahîm: Dema jin ji bo parastina xwe û herêma xwe, bibe xwedî zanyariya siyasî û ragêje çekan, ev bi tena serê xwe şoreşeke."

"Herêmên Kurdan di dema nêz de rastî êrîşên hewayî yên hikûmetê hatin. Di navbera Kurdan û mûxalîfên Ereb de pevçûn tên jiyîn. Di yek ji van pevçûnan de Rûken li eniya pêş hat wezîfedarkirin. Rûken, 'Dema li Serêkaniyê şer derket, min şandin. Ez bê tirs û bi baweriyeke mezin çûm şer. Ji bo parastina gel û herêma xwe çûm. Weke min, gelek hevalên min ên jin li eniyên pêş şer kirin."

"Mîna her kesên li vir Rûken jî dixwaze Kurd weke parçeyek ji Sûriyeya pêşerojê bê qebûlkirin. Rûken dibêje; 'Ji bo hilweşîna rejîmê, di warî siyasî-leşkerî de çi pêwîst be, emê bikin. Lê di heman demê de em sîstemeke ji rejîmê xerabtir a piştî rejîmê jî qebûl nakin. Em sîstemeke demokratîk dixwazin. Em sîstemeke demokratîk a Kurdan qebûl dike û hemû mafên wan radest dike, dixwazin."

"Di dawiya rojê de şervanên jin li ber sirûda YPG'ê (Şoreşa Waşokanî) govendê digerînin: Ji aparloyê dirûşma 'Bijî YPG' bilind dibe. Piştî perwerdeya 2 hefteyan Rûken û hevalên wê, dê li herêmên cûda yên li Bakurrojhilatê Sûriyê bicih bibin. Ji bo li dijî rejîmê û hêzên mûxalîf şer bikin."

"Rûken: Heta ku rewş asayî û aram bibe ez dixwazim di nava refên YPJ'ê de cih bigirim. YPJ wê her hebe. Dema rewş baş bû, ezê jî perwerdeya xwe temam bikim û dixwazim bibim parêzer."