Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeya Îngilistanê re hevdîtin kirin
Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rayedarên payebilind ên Îngilistanê re hevdîtin kirin.
Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rayedarên payebilind ên Îngilistanê re hevdîtin kirin.
Şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Îngilistanê bi Parlamenterê Partiya Federal a Demokratîk Sammy Wilson, nûnera Partiya Muhafazekar Caroline Dinenage, siyasetmedar û dîplomatê berê Lord Jay re hevdîtin kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî di nava şandeyê de cih girtin.
Hat diyarkirin ku pêkanînên dijminane yên çeteyên dewleta Tirk, êrîşên Ii dijî Bendava Tişrînê ku gefeke mezin a pêkanîna karesateke mirovî dixwe, nîqaş kirin. Her du aliyan diyar kirin ku ji bo rawestandina êrîşên li dijî ewlehiya herêmê û jêderên wê, divê zext bê kirin.
Yek ji mijarên serek ên hatine nîqaşkirin ew bû ku divê tevahî hêzên siyasî li Sûriyeyê beşdarî konferansa nîştimanî ya Sûriyeyê bibin. Hate gotin ku divê jin bi awayekî çalak tevlî vê diyalogê bibin, ji ber ku rola jinan di avakirina siberoja Sûriyeyê de roleke bingehîn e. Hate gotin ku divê modela Rêveberiya Xweser ku bingeha îstîqrara herêmê û Sûriyeyê ye were parastin û divê ev model beşeke ji siberoja Sûriyeyê be.
Şandeya herêmê, ji bo vegera şêniyên Efrînê û tevahî koçberên din, derxistina çeteyan ji herêmê, bang kir ku di vî alî de fişar hebin û bên kirin. Her wiha hat gotin divê şandeyeke navneteweyî bê avakirin ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û ji nêzî ve rewşa mirovî û ewlehiyê ya herêmê bişopîne.
Palamenter Wilson diyar kir ku ew amade ye tevlî şandeya serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, bibe û di heman demê de bal kişand ser girîngiya şopandina geşedanan li herêmê ji bo ku li ser wê esasê Parlamentoya Îngilîstanê piştgiriya pêwîst pêşkêş bike. Wilson diyar kir ku gelê Sûriyeyê rewşê baş nas dike û ew ê piştgiriya hewldanên bidestxistina çareseriyeke siyasî ya giştî li Sûriyeyê bikin.
Bandora cezayên navneteweyî li ser Sûriyeyê jî ket rojeva civînê. Şandeya herêmê diyar kir ku di encama berdewama cezayan de, xizanî zêde dibe û wê bi xwe re tevliheviyê jî çêke.
Di dawiyê de her du aliyan got ku divê civata navneteweyî piştgiriya hewldanên bidestxistina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê bike ku mafên pêkhateyan were parastin û rêzê ji pirrengiya olî û nijadî ya li Sûriyeyê re bê girtin.