Saziyên Kurd ên Rûsya li dijî êrîşên PDK’ê daxuyanî dan
Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd ên Navneteweyî û Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî yên Kurdên Rûsya bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê şermezar kirin.
Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd ên Navneteweyî û Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî yên Kurdên Rûsya bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê şermezar kirin.
Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd ên Navnetewî û Otonomiya Federal a Çandî û Netewî yên Kurdên Rûsya ku li paytexta Rûsyayê Moskowê kar dikin bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa Pêşmergeyên Roj ên bi pêşengiya PDK’ê ya li ser Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de êrîşan PDK’ê û yekîniyên pê ve girêdayî ya bi ser Şengalê ya Xanasor û Sinûnê de hate şermezarkirin û hate gotin ev êrîşên bi vî rengî xizmetê nadin Yekîtiya Netewî ya Kurd û xizmetê didin dewletên dagirker ên weke Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê ku naxwazin pirsa Kurd çareser bibe. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Êrîşa PDK’ê û çeteyên girêdayî wan ên bi ser hêzên YBŞ, YJŞ’ê de yên li Xanasor û Sinûnê dijî konsepta yekîtiya netewî ya Kurd e ku di van 3 salên dawî de li dijî DAIŞ’ê bi têkoşîna hevpar derketiye holê. Her wiha ev êrîş di berjewendiya wan hêzan de ye ku naxwazin Kurd bibin yek û ditirsin ku yekîtiya Kurdan çêbibe. Ev hêz bihayê çi jî dibe bila bibe dixwazin pêşiya geşedanên Rojhilata Navîn bigirin. Ev êrîş berdewamiya wan polîtîkayan qirker e ku li dijî gelê Êzîdî yê bê parastin û bêguneh e tê meşandin. Di rewşeke wiha de ku hê jî bîranînên komkujiya hovene ya ku 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser Êzîdiyan de anîn zindî ye, ev êrîşa ku PDK’ê û çeteyên pê ve girêdayî li dijî gelê me pêk anîne ew polîtîka ye ku dixwaze gelê me bi hev bide şikandin. Hêzên ku di dema xwe de Êzîdî tenê hiştin û reviyan bi gotinên ‘’em ê we biparêzin’ nikarin gelê me bixapînğin. Li Şengalê hêza parastina hemû beşên civakê hêzên YBŞ, YJŞ’ê ne û ne hêzeke dî. Di serî de partiyên Kurd divê hemû hêzên li herêmê ku di nav hesabên cuda de ne divê vê bizanibin. Em weke Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd ên Navnetewî û Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurd a Rûsya dixwazin êrîşên bi ser Êzîdiyên Şengalê de were rawestandin, bang li Serokê Herêma Kurdistanê dikin ji bo ku ev êrîş nebin şerê birakujiyê divê demildest bikeve dewrê."